'Di 19'ê Tîrmehê de bendava koletî û desthilatdariyê hat şikandin'

  • 09:01 18 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Ronîda Hacî  
 
HESEKÊ - Hevseroka Kantona Hesekê Semer Ebdullah derbarê Şoreşa Rojava de anî ziman ku di encama keda berxwedêran de ev serkeftin hat bidestxistin û got:"Di 19'ê Tîrmehê de bendava koletî û desthilatdariyê hat şikandin."
 
Di 19'ê Tîrmeha 2011'an de bi Şoreşa Rojeva gelê Kurd di dîroka cîhanê de rûpelek nû vekir.  Hevseroka Kantona Hesekê Semer Ebdullah derbarê Şoreşa Rojava de bi lêv kir ku Şoreşa Rojav Şoreşa Jinê ye û wiha got:"Şoreşa Rojava di pêşengtiya jina Kurd de mohra xwe li serkeftinek mezin xist."
 
Semer Ebdullah da zanîn ku bi destpêkirina Şoreşa Rojava hem jinê hem civakê xwe birêxistin kirin û got:"Destkeftiyên Şoreşa Rojava ya herî girîng jê ew e ku jin û civakê zincîrên koletiyê şikandin û xwe bi rêxistin kirin. Di her qadên civakê de pêşketinên girîng çê bûn. Vê yekê bandorek erênî li ser jiyana jinê û civakê kir. Di warê perwerdeyê, siyasetê, çandê, hunerê, wêjeyê û leşkerî de jin bûn xwedî gotin. Bi avakirina Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) di warê ewlehiyê de gavên girîng hatin avakirin. Her wiha YPJ'ê li dijî DAÎŞ'ê têkoşînek girîng kir û gelek jin ji destên çeteyan rizgar kir. Bi avakirina Rêxistina Kongreya Star hemû jin hatin hembêzkirin û mafên wan hatin parastin. Di warê xebatên demokrasî û azadiyê de pêşketinên girîng çê bûn."
 
'Şoreşa Rojava bû bersiva nîjadperestî û yekperestiyê'
 
Semerê da zanîn ku berî Şoreşa Rojava pergalek nîjadperest û yekperest serdest bû û wiha domand:"Hemû gelên Sûriyeyê ji pergala serdest a nîjadperest û yekperest bêzar bûbûn. Loma serkeftina Şoreşa Rojava bû bersiva nîjadperestî û yekperestiyê. Ji bo hemû gelan bû rêya rizgariyê."
 
'Li dijî pişaftinê jî serkeftin hatin bidestxistin'
 
Semerê diyar kir ku bi Şoreşa Rojava li dijî pişaftinê jî serkeftinên mezin hatin bidestxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Gel di nav sîstema yekperest û yekalî de di nav talûkeya pişaftinê de dijiya. Koletî li ser civakê û bi taybet li ser jinê dihat ferzkirin. Lê bi Şoreşa Rojava sîstema desthilatdarî û koletiyê hatin hilweşandin û gel niha di nava rengekî demokratîk de dijî."