ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2018'AN

  • 09:00 18 Tîrmeh 2018
  • Rojev
*Pergala yekperest a ku bi salan e li Rojhilata Navîn di şexsê jinê de civakê diçewisîne li ser her çar parçeyên Kurdistanê bandorek neyînî li ser azadiya gelê Kurd kiriye. Di nava vê pergalê de jin tenê wekî amûra namûsê hat nîşandan. Bi armanca têkbirina pergala yekperest û zihniyeta baviksalarî ku tenê têgeha namûsê li ser bedena jinê dida meşandin 19'ê Tîrmehê Şoreşa Rojava dest pê kir û bi serîhildana Kobanê vê şoreşê li cîhanê deng veda. 
 
* Hevseroka Kantona Hesekê Semer Ebdullah derbarê Şoreşa Rojava de anî ziman ku di encama keda berxwedêran de ev serkeftin hat bidestxistin û got:"Di 19'ê Tîrmehê de bendava koletî û desthilatdariyê hat şikandin." DÎMEN HEYE
 
*Ji dîrokê heta niha gelê Kurd her dem di bin mêtingerî û dagirkeriya desthilatdaran de têkoşîna jiyanê dane. Li ser her çar parçeyên Kurdistanê berxwedanên bê hempa yên li dijî mêtingerî û dagirkeriyê mohra xwe li dîrokê xistiye. Yek ji vê berxwedana ku mohra xwe li dîrokê xist 19'ê Tîrmeha 2011'an Şoreşa Rojava ye. Gelek berxwedêrên ku di doza têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan îro bi rûmetdariyek mezin tên bibîranîn. 
 
*Endama Rêveberiya Peymangehên Kantona Hesekê Mîdiya Şemdîn diyar kir ku perwerdeyên peymangehan bi armanca gihaştina mamosteyên serkeftî û ji bo civakek zana tê dayin û got:"Di avakirina fikrên azad û pêşketina perwerdeyê de rista perymangehan gelek girîng e. Bandora Şoreşa Rojava ya li ser Peymangehan  jî gelek girîng e. Ger Şoreşa Rojava pêk nehata dê îro peymangeh nehatiba avakirin."
 
*Derbarê parêzer Ferîde Laçîn a çûbû hevdîtina Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterê Colemêrgê Abdullah Zeydan de,  bi hinceta telefona bêrîka xwe de ji bîr kiriye û biriye hundir bi daxwaza 5 salan cezayê girtîgehê doz hat vekirin.
 
*Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku yekirina Wezareta Ewlehî, civakî û Xebatê û wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakî tê wateya kuştina jinan û kuştinên kar û wiha got: “Qezencên xwe teslîmî tu hêzê nekin.”
 
*Xebatên rê yên ev saleke li Kolana Gazî ya Sûrê didome,  welatî bêzar kir û mirov nikarin di rê de bimeşin. Esnafan diyar kir ku bi xebatên rê yên bi dawî nabin, tê armanckirin ku gelê Sûrê bi aboriyê ceza bikin. DÎMEN HEYE
 
*Li Şemrexa Mêrdînê mêrê bi navê E.A, 3 xûşkên wî jî di nav de 4 zarok 9 salan bi îstîsmara zayendî re rûbirû hiştine. Bersûcê ku sûcê  xwe qebûl kir got ku ew poşman e û doza tehliyeya xwe kir.