Li Efrînê 1 jê jin 8 sivîl hatin revandin

  • 17:49 17 Tîrmeh 2018
  • Rojane
EFRÎN - Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Mabata ya Efrînê malên sivîlan şewitandin û yek jê jin 8 sivîl revandin.
 
Êrîşên li dijî mirovahiyê yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê didomin. artêşa tirk a dagirker duh seat 16:00’an de agir berda herêma rezên tirî yên navçeya Mabata ya Efrînê. Li navçeyê 15 mal ji aliyê leşkerên tirk û çeteyan ve hatin şewitandin.
 
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku mal şewitandin li navçeyê 8 sivîl revandin. Diyar bû di nava kesên hatine revandin de jina ciwan a bi navê Fatma Esed Remedan (22) û bavê wê yê 50  salî jî heye û nasnameya kesên din nehat hînbûn.