Jinan bersiv dan Suleyman Soylu: Em êrîşan qebûl nakin
- 14:38 30 Hezîran 2018
- Rojane
WAN - Jinên Wanî bertek nîşanî Suleyman Soylu yê ku Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan bi rêya telefonê tehdît kiribû û gotin:"Wezîrê Karê Hundir gotinên nefretê her dem kiriye û gef li vîna gelan daye xwarin. Em êrîşên bi vî rengî qet qebûl nakin."
Tevgera Jinên Azad (TJA) li Wanê derbarê tehdîtên Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu ên li dijî Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûlda de daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyanî li pêş avahiya Bajarê Wanê ya DBP'ê hat dayin. Hevserokê Bajêr ê HDP'ê Yadişan Karabulak, Parlamenterê Wanê yê HDP'ê Muazzez Orhan û Hevseroka Şaredariya Ertemêtanê ya ku qayyim hat tayinkirin, Rojbin Çetin û jinên HDP'yî û DBP'yî, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.
'Suleyman Soylu hewl dide ku cihê xwe saxlem bike'
Li ser navê jinan Aktivîsta TJA'yê Hatice Akdag daxuyanî da û got:"Suleyman Soylu bi awayekî vekirî îrdeya bi milyonan gelan, Pervîn Bûldan tehdît kiriye. Tehdîda Soylu ya ku got ez ê nehelêim mafê we yê jiyanê bimîne, nayê qebûlkirin. Em van êrîşana qebûl nakin û em serî natewînin."








