Zîlanê li Wanê hat bîranîn
- 14:27 30 Hezîran 2018
- Rojane
WAN - Zeyneb Kinaci (Zîlan) bi çalakiya ku ji aliyê jinan ve hat lidarxistin hat bîranîn.
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi munasebeta salvegera Zeyneb Kinacai (Zîlan) li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) çalakiya bîranînê li dar xistin. Gelek jin beşdarî bîanînê bûn. Wêneyên Zîlanê û qurnefîl li eywanê hat danîn û find hatin pêxistin.
Hevseroka Navçeya Îpekyolê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Edîbe Babûr bi bîr xist ku gelek jinên leheng di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û got:"Dê têkoşîna doza azadiya jinên Kurd bidome."
Piştre Parlamentera HDP'ê ya Wanê Muazzez Orhan axivî û got:"Jinan ji dîrokê heta niha li gelek cihan daxwazên anîne ziman û li dijî newekheviyê serî hildidin. Zîlanê jî di warê têkoşîna doza Kurd de ji bo jinan bûye ronahî."
Piştî axaftinan sinevizyona derbarê jiyana Zîlanê de hat temaşekirin.








