Jin TV dest bi weşanê kir
- 11:27 30 Hezîran 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Televizyona jinê JIN TV'yê di 8'ê Adarê de dest bi weşana testê kiribû. JIN TV'yê vê serê sibehê dest bi weşana xwe ya normal kir.
Televizyona jinê JIN TV'yê di 8'ê Adarê de dest bi weşana testê kiribû. JIN TV ya ku 3 mehî weşana testê domand vê serê sibehê dest bi weşana xwe ya normal kir. JIN TV ji aliyê Weqfa Newayê ya Jinê di 9'ê Sibatê salvegera Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan ên ku li Paytexta Firansayê, li Parîsê hatin qetilkirin de, hat avakirin. JIN TV bi dirûşma "Dengê jinê, rûyê jiyanê" dest bi weşanê kir.








