Binpêkirina mafan ên li Girtîgeha Baybûrtê naqede
- 10:36 30 Hezîran 2018
- Rojane
BAYBÛRT - Li Girtîgeha Tîpa M'yê ya Baybûrtê binpêkirina mafan naqede. Hat hînbûn ku ev pênc meh in jinên girtî nikarin hevdîtinê pêk bînin. Li gor agahiyên hat bidestxistin koguşek guherandine hucreyê loma gelek jin li erdê radikevin.
Her roj li binpêkirina mafan ên li Baybûrtê zêde dibin. Li gor agahiyên ku ji parêzeran hatin girtin jinên girtî dema ku derdikevin hevdîtinê gardiyan ji wan re dibêjin:"Divê hûn solên xwe derxin em lingê we bibînin. Piştî ku em lê binêrin hûn dikarin derkevin hevdîtinê." Jinên ku vê yekê qebûl nakin jî 5 meh in ku nahêlin derkevin hevdîtinê.
Her wiha parêzeran ragihandin ku hejmara li ser lingan li ser girtiyan tên ferzkirin. Girtiyên ku vê yekê qebûl nakin rastî cezayê hucreyê tên. Parêzeran gotin:" Do ji ber ku malbatan serî hildan lom hiştin ku girtî bi şimikê biçin malbatên xwe bibînin. Ger malbatan serî hilneda wê nehiştan ku girtî bi şimikê derkevin hevdîtinê. Her wiha li koguşan hejmara girtiyan pir zêde ne."
Girtiyên jin ên di girtîgehê de jî gotin:"Divê derbarê vê yekê de raya giştî dengê me bide bihîstin. Yan na dê ev pêkanîn bidomin. Heta ku berdewam bike em ê dernekevin hevdîtinê. Li vir binpêkirina mafên cîdî diqewime. Em bang li hemû kesî dikin ku di vî warî de hestiyar tev bigerin."








