Li Til Temirê 25 berxwedêrên azadiyê hatin bîranîn

  • 09:54 30 Hezîran 2018
  • Rojane
TIL TEMIR - Saziya Malbatên Şehîdan 25 berxwedêrên azadiyê ku di meha hezîranê de jiyana xwe ji dest dane, bi bîr anî.
 
25 berxwedêrên azadiyê ku di Şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê Saziya Malbatên Şehîdan hatin bibîranîn. Merasîmê bîranînê li Goristana Şehîdên Til Temirê hat orgenîzekirin. Di merasîmê de malbatên şehîdan amadebûn.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin li ser navê Rêveberiya Meclîsa Saziya Malbatên Şehîdan Hemdiya Kûtê, li ser navê Rêveberiya Pêwendiyên Asayişa Til Temirê Selman Nûhê axaftina hatin kirin.
 
Di axafitinan de hat gotin ku divê hemû kes li mîrateya têkoşîna bi rûmet a berxwedêran xwedî derkevin. 
 
Merasîm bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.