Jinên Çewligî: AKP ne vîna ciwanan e

  • 09:31 30 Hezîran 2018
  • Rojane
ÇEWLIG - Jinên Çewligê da zanîn ku bêusuliya di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de hat kirin di ezmûnan de jî tên kirin û gotin:"AKP ne vîna gelan e. Encamên hilbijartin û ezmûnan ne rast e. AKP nikare bibe vîna ciwanan."
 
Jinên Çewligê da zanîn ku bêusuliya di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de hat kirin di ezmûnan de jî tên kirin û diyar kirin ku ji ber her dem sîstem tê guhertin ew pirsgirêkên derûnî dijîn. 
 
'Ez tu sîstema ku li min tê asêkirin qebûl nakim'
 
Zeynep Çiçek anî ziman ku wê di hilbijartinên 24'ê Hezîranê de cara yekem deng bi kar aniye û ew ê di heman demê de beşdarî azmûna YKS'ê bibe û got:"Min îsal cara yekem dengê xwe bi kar anî lê min dengê xwe neda AKP'ê. Çimkî AKP'ê û saziyên perwerdeyê yên ku di bin siya yekperestiyê de dimeşe, ji bo ciwanan meşrûtiyeta xwe winda kiriye. Ez ne AKP'ê ne jî saziyên wan ên perwerdeyê yên bê wesif, qebûl nakim. AKP ne vîna ciwanan e."
 
'Rewşa awarte mafan bi sînor dike'
 
Jina bi navê Aylin Korkut jî anî ziman ku hilbijartinên di bin siya rewşa awarte de pêk hatiye ne meşrû ye û got:"Li gor demokrasiyê Rewşa Awarte nayê qebûlkirin. Loma encamên hilbijartinê jî ne meşrû ye."