'Me hêviya xwe winda nekiriye'

  • 09:20 30 Hezîran 2018
  • Rojane
Lîlav Elî- Ferîde Zade
 
ŞEHBA - Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê ji bo ewlehiyê derbasî Şehbayê bûn û niha li wir têkoşîna xwe didomînin. Malbatên ku ji zordestiya li Efrînê reviyan û derbasî Şehbayê bûn gotin:"Me hêviya xwe winda nekiriye. Em bawer in ku Efrînê ji çeteyan paqij bibe û em ê dîsa vegerin ser axa xwe."
 
Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê ji bo ewlehiyê derbasî Şehbayê bûn û niha wir têkoşîna xwe didomînin. Malbatên ku ji zordestiya li Efrînê reviyan û derbasî Şehbayê bûn diyar kirin ku ew naxwazin ji axa xwe dûr bikevin û vegerin ser axa xwe. 
 
Fatma Hemşo ya ku ji gundê Beradê ya Navçeya Şêrewayê ya Efrînê ye got:"Piştî ku dewleta tirk û çeteyên OSO'yê êrîşî gundê me kirin û bi sedhezaran gel mecbûr man ku koç bibin em jî derbasî gundê Dêrcimilê bûn. Piştre em dîsa vegeriyan Efrînê lê çeteyên OSO'yê rehetî nedan me. Hemû der talan kiribûn û dest dabûn ser malên gel. Diketin malên me û alavên me li ber çavên me didizîn. Hevserê min kirin zindanê û her roj dihatin mala me talan dikirin. Kesek ji ber çeteyên OSO'yê nikarin li Efrînê bi vînek azad bijîn. Herî bêtir jî jin tên çewisandin. Me îdare nekir û em vegeriyan Şehbayê."
 
Her wiha bavê Fatima, Cemîl Hemişo jî da zanîn ku ew ji ber zilma OSO'yê reviyaye Şehbayê û got:"Gel nikarin li Efrînê ji ber çeteyan ji malên xwe derkevin. Îşkenceyê li gel dikin. Îşkence li min jî kirin û min avêtin zindanê. Ji bo ez ji zindanê derkevim 500 hezar pere ji min xwestin, min ji mecbûrî pere da wan ku ez ji nav destên wan pak bibim. Dawiyê em reviyan hatin Şehbayê. Lê me hêviya xwe winda nekir em dizanin ku dê rojekê Efînê ji çeteyan rizgar bibe."