Rojnamegera girtî Reyhan Hacioglu: Bedela nivîsandinê 7 derî ye

  • 09:12 30 Hezîran 2018
  • Rojane
Evrîm Kepenek
 
STENBOL- Yek ji edîtorên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Reyhan Hacioglu ji girtîgeha Jinan a Bakirkoyê nameyek şand û got: “Berdêla nivîsandina rastiyan û ji bo her kesî daxwaza jiyanek xweş 7 deri ye. Korîdor, derî, derî, derî… Tam 7 derî di navbera me de ne.”
 
Edîtora rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Reyhan Hacioglu ji girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan nameyek şand. Reyhanê da zanîn ku teqez wê rojekê rastî derkevin holê û wiha got: “Berdêla nivîsandina rastiyan û ji bo her kesî daxwaza jiyanek xweş 7 derî ye. Korîdor, derî, derî, derî… Tam 7 derî di navbera me de ne.”
 
‘Wê jin cîhanê rizgar bikin’
 
Reyhanê bi lêv kir ku aliyekî gelek xurt yê heqîqetê heye û wiha pêde çû: “Em dizanin, em tunebin jî wê her tişt bê ziman û tê ziman jî.” Reyhanê destnîşan kir ku di koguşê de 30 jin in û bi Umudê 1 salî re dimînin û wiha got: “Dibêjin wê xweşikahî cîhanê rizgar bike, lê wê jin jî cîhanê rizgar bikin bikin.”
 
‘Çima girtiyên nexweş nayên bîra siyasetmedaran?’
 
Reyhanê di berdewamiya nameya xwe de ev tişt anî ziman: “Em rojnameger in li ku neheqî hebe divê em bînin ziman. Lê rewşa girtiyên nexweş lezgîn e. Ji bo me roj derbas dibin lê ji bo wan rojek gelek girîng e. Siyasetmedar dibêjin ‘efû’ lê girtiyên nexweş nayên bîra kesekî. Kes girtiyên nexweş nayne bîra xwe. Çima nayê bîra siyasetmedaran?”
 
Reyhanê herî dawî silavên xwe ji bo hemû rojnameger û dayikên Şemiyê şand.