'Zîlanê sembola jina azad e'
- 09:02 30 Hezîran 2018
- Rojane
Ferîde Zede
TIL TEMIR - Zeynep Kinaci (Zîlan) di 30'ê Hezîrana 1996'an de çalakiya fedaî pêk anî û navê xwe di dîrokê de da nivîsandin. Endama Rêveberiya Pêwendiyên Kongreya Star Ebla Dawê derbarê Zîlanê de anî ziman ku ew bi lehengiya Zîlanê ser bilind e û got:"Doza têkoşîna gelê Kurd bi saya Zîlanan dê her zindî be û em ê şopdarê berxwedana wê bin."
Zeynep Kinaci (Zîlan) di 30'ê Hezîrana 1996'an de çalakiya fedaî pêk anî û navê xwe di dîrokê de da nivîsandin. Endama Rêveberiya Pêwendiyên Kongreya Star Ebla Dawê derbarê Zîlanê de bi lêv kirin ku Zîlanê bi lehengiya xwe bûye mînak û hêviya jinan û got:"Em bi rêzdarî û serbilindî Zîlanê bi bîr tînin û em dibêjin em ê mîrateya Zîlanê ya lehengiyê her bidin jiyîn."
Endama Rêveberiya Pêwendiyên Kongreya Star Ebla Dawê Zîlanê wekî sembola jina azad pênase kir û got:"Şehîd Zîlan bi hêvî û têkoşîna xwe hêviya jinê Kurdistanê mezintir kir. Zîlanê ji bo koletiya bi hezar salan bişkîne canê xwe feda kir û bû sembola azadî û aştiyê."
'Em ê jî her vê sembolê zindî bihêlin'
Eblayê da zanîn ku Zîlanê bi lehengiya xwe bûye mînakek berbiçav û wiha dewam kir:"Jinên leheng ên Kurd ên wekî Sakîne Cansiz, Leyla Qasim, Arîn Mîrkan, Şîlan Kobanê û Zîlanê hêz û hêviya jinên Kurd mezintir kirin û bejna xwe li ber neyaran netewandin û bûn sembol. Em ê jî her vê sembolê zindî bihêlin.
'Divê hemû jin wekî Zîlanê serî hildin'
Eblayê da zanîn ku ji bo jin neçewisin divê hemû wekî Zîlanê serî hildin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ez bang li hemû jinan dikim ku ji bo parastina mafên xwe bibin yek û ji bo rojên azad û ronî di rêça Zîlanan de li dû heqîqet û azadiya xwe de biçin."








