ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2018'AN

  • 09:00 30 Hezîran 2018
  • Rojev
*Zeynep Kinaci (Zîlan) di 30'ê Hezîrana 1996'an de çalakiya fedaî pêk anî û navê xwe di dîrokê de da nivîsandin. Endama Rêveberiya Pêwendiyên Kongreya Star Ebla Dawê derbarê Zîlanê de anîn ziman ku ew bi lehengiya Zîlanê ser bilind in û gotin:"Doza têkoşîna gelê Kurd bi saya Zîlanan dê her zindî be û em ê şopdarê berxwedana wê bin." DÎMEN HEYE
 
*Parlamentera HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu got dengên AKP’ê ketine û yên MHP’ê jî zêde bûne û got ji bo pêvajoya demokratîk pêk bê divê hewldanek cidî bê nîşandan û gel jî ev rol daye HDP’ê. DÎMEN HEYE
 
*Jina bi navê Meyan Xudêde ya ji Xanesora Şengalê ye, derbarê leşkerên tirk ên li Başûrê Kurdistanê de diyar kir ku ew dixwazin dewleta tirk leşkerên xwe paş ve bikişîne û got:"Bila dagirker axa Başûrê Kurdistanê terk bike."
 
*Gulşen Kalkan a ku li Şaredariya Pîranê li beşa têkiliyên gel dixebitî, piştî ku qayûm tayînê şaredariyê hat kirin ji kar hat îxrackirin. Gulşen, diyar kir ku ji bo mihtacî tu kesî nebe alternatîfa xwe ava kiriye û bi komkirina kezwanan debara xwe dike. BI DÎMEN
 
*Li Tirkiyeyê di 24'ê hezîranê de hilbijartina pêşwext hat kirin û gel çû ser dindoqan. Li hemberî hemû pêkûtiyên hikûmetê HDP bi derbaskirina bendavê bersiva herî mezin dayê. Der barê hilbijartinê û êrîşan de hevşaredara Payizavayê Yikdiz Çetîn a ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin nirxandin kir.  Yildizê anî ziman ku HDP bi serkeftineke mezin dîsa kete parlementoyê. BI DÎMEN
 
*Yek ji edîtorên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Reyhan Hacioglu ji girtîgeha Jinan a Bakirkoyê nameyek şand û got: “Berdêla nivîsandina rastiyan û ji bo her kesî daxwaza jiyanek xweş 7 deri ye. Korîdor, derî, derî, derî… Tam 7 derî di navbera me de ne.”
 
*Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan diyar kir ku wê piştî hilbijartinan jî kampanyayên xwe bidomînin û kolan bi kolan belav bikin. Ayşeyê wiha berdewam kir: “Me got Wezareta Jinê û Dîwana Edeletê. Ji ber ku em ji edeleta mêr bawer nakin. Wê her cureyê şîdet, tacîz û êrîşê jin tespît bikin û li dijî wê li ber xwe bidin.” BI DÎMEN
 
*Yek ji namzetên HDP’ê ya Îzmîrê Îdîl Ugurlu diyar kir ku gelek aliyên civakê ji hilbijartinên 24’ê Hezîranê bi hêvî bûne lê ji ber encamên wê hêviya gel zêdetir li hember pergalê şikestiye û got divê zêdetir têkoşîn bê dayîn. BI DÎMEN
 
*Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê gelê Efrînê ji bo ewlehiyê derbasî Şehbayê bûn û niha li wir têkoşîna xwe didomînin. Malbatên ku ji zordestiya li Efrînê reviyan û derbasî Şehbayê bûn gotin:"Me hêviya xwe winda nekiriye. Em bawer in ku Efrînê ji çeteyan paqij bibe û em ê dîsa vegerin ser axa xwe."BI DÎMEN
 
*Li Nisêbînê di dema pevçûnan de 70 kes hatibûn binçavkirin û girtin.  3’emîn rûniştina 53 kesî di 9’ê Tîrmehê de tê dîtin. Derbarê serlêdana girtiyan ku di bin çavan de rastî îşkenceyê hatine de jî tu tiştek heta îro nehatiye kirin.