Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê: Bila leşkerên tirk ji ser axa Başûr derkevin
- 09:12 29 Hezîran 2018
- Rojane
Nisrîn Hisên/ Delîla Axîn
ŞENGAL - Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li Xanesora Şengalê daxuyanî da û got:"Axa Başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk ve hatiye dagirkirin. Divê demildest dewleta tirk leşkerên we paş ve bikşînin."
Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê li Xanesora Şengalê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Başûr leşkerên tirk li se axa xwe naxwazin.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hico ve hat xwendin. Bi beşdarbûna endamên sazî û dezgehên Şengalê û gel daxuyanî hat dayin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bêdenginya PDK'ê hêzê dide AKP'ê û wiha domand:"Ev demek dirêje ku dewleta tirk di nav hewldanekê de ye ku Başûrê Kurdistanê dagir bike. Armanc ew e ku destkeftiyên gelê Kurd bê tunekirin. Di şexsê êrîşên li se tevgera azad dixwazin hemû gelê Kurd tune bikin. Dewleta tirk di bin sîwana bêdengiya PDK'ê de êrîşên xwe pêk tînin. Ev hewldana dagirkirina dewleta tirk ji bo me Êzidiyên Şengalê jî metirsiyakê ava dike. Ji bo pêşî li fermanên nû yên li se Êzidiyan nê dubarekirin divê dewleta tirk leşkerên xwe paşve bikişînin. Di heman demê de ev êrîşên dewleta tirk bandorê li ser hemû Iraqê dike ne tenê li ser Başûrê Kurdistanê. Loma divê hem Rêveberiya Iraqê hem jî ya Başûrê Kurdistanê helwestek zelal nîşan bidin. Em bang li hemû dewletên ku demokrasiyê diparêzin dikin ku li dijî vê dagirkirinê bêdeng nemînin."
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî berxwedan bimre îxanet", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.








