Li Enqereyê berî hilbijartinê 7 kes hatin binçavkirin

  • 11:15 23 Hezîran 2018
  • Rojane
ENQERE – Li Enqereyê beriya hilbijartinê derbarê 25 kesan de ku rêveberên HDP û HDK’ê jî hene biryara binçavkirinê hat derxistin û 7 kes ji van hatin binçavkirin. 
 
Li Enqereyê serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan lêgerîn pêk anî û mal ser û bin kirin. Piştî lêgerînê rêveberên HDP’ê û HDK’ê û peywîrdarên sindoqan jî di nav de 7 kes binçav kirin. Hat zanîn ku derbarê 25 kesan de biryara binçavkirinê heye. 
 
Heta niha Hevberdevka HDK’ê ya Enqereyê Fatma Kiliçarslan û Fatîh Kiliç, Dînçer Dag, Mehmet Baytekîn, Sîdar Goksu, Bariş Delî û Celal Demîr hatin binçavkirin. Hat zanîn ku operasyon bî îdiaya “Wê di hilbijartinê de çalakayia provokatîf li dar bixin” pêk hatiye.