Ji Mêrsînê ji bo ewlehiya sindoqan bang:Em ê sindoqan biparêzin
- 11:11 23 Hezîran 2018
- Rojane
MÊRSÎN - Endama Komisyona Hilbijartinê ya HDP'ê Meral Vuranok diyar kir ku ew ê di 24'ê Hezîranê de xwedî li sindoqan derkevin û bang kir ku hemû kes li malê xwe nemînin û xwedî li sindoqên xwe derkevin.
Endama Komisyona Hilbijartinê ya HDP'ê Meral Vuranok diyar kir ku divê gel sindoqan biparêzin. Ji bo dengên me nên dizîn em ê di nava hewldanek mezin de bin. Me perwerdeyên xwe yên derbarê ewlehiya sindoqan de temam kir.
'Li Mêrsînê hedefa me 4 parlamenter e'
Meralê anî ziman ku wan li her dibistanê ewlehiya xwe girtine û got:"Derbarê ewlehiya sindoqan de endamên me û muşahidên me dema ku pirsgirêkek derkeve wê bi saya berpirsiyariya li dibistanê bikaribin ku bigihêjin 4 yan jî pênc parêzerên peywirdar. Her wiha hevalên me yên ji bo maseya krîzê peywirdar in jî hene. Tevî van tedbîran bi keda gel em 4 parêzeran ji Mêrsînê bişînin meclîsê."
'Divê jin parastina pêşengtiya sindoqan bikin'
Meralê da zanîn ku hilbijartinên 24'ê Hezîranê gelek girîng e û got divê jin pêşengtiya parastina sindoqan bike û divê jin li dijî zihniyeta ku şîddetê li jinê dike, li ser sindoqan bersivek baş bide.








