Jinan soza biserketina hilbijartinê dan

  • 10:30 23 Hezîran 2018
  • Rojane
STENBOL - Jinên ji Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Beyogluyê di şahiya li Kuçeya Çukurê hatin gel hev û soza 'Em ê teqez bi ser bikevin' dan. 
 
Li Kuçeya Çukurê ya Beyogluyê jinên ji Rêxistina Bajêr a HDP'ê ya Beyogluyê şahî li dar xist. Pankartên "Tu dikarî", "Dê bi te re bê guhertin" û alên HDP'ê hatin aliqandin. Jinên ku bi kincên xwe yên gelêrî beşdarî şahiyê bûn bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" govend gerandin. 
 
Di destpêkê de Dayika Aştiyê Perihan Akbulut axivî û diyar kir ku ew aştiyê dixwazin û got:"Ji bo aştiyê dengê bidin HDP'ê û Selahattin Demirtaş. Bi salane zarokên me tên kuştin, cenazeyên dayikên me li erdê tê hiştin. Loma destên xwe dînin ser wicdanê xwe û li gor wê dengên xwe bi kar bînin. Ji bo azadiya Rêbertî dengên xwe bidin HDP'ê."
 
Piştre Namzeta Parlamenteriyê ya Stenbolê ya HDP'ê Ayşe Berktay axivî û got:"Em ê bendan, deryayan û çeman derbas bikin û hilweşînin. 2 roj ma. Em ê roja hilbijartinê biçin ser sindoqan. Em tenê dengê nadin em ê dengê xwe biparêzin jî. Em ji xwe bawer in. Em bi xwe bawer in. Em ê ji rejîma yekzilam rizgar bibin."
 
Herî dawî Namzeta Parlamenteriyê ya HDP'ê ya Stenbolê Gurşenay Dalveran axivî û got:"Ew hêza me heye ku em guhertinê bikin.é
 
Piştî axaftinan şahî bi gerandin govendê bi dawî bû.