Hozan Canê hat binçavkirin
- 10:15 23 Hezîran 2018
- Rojane
EDÎRNE - Hunermend Hozan Canê ji bo beşdarî xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bibe çû Edîrneyê û li wir hat binçavkirin.
Hunermend Hozan Canê ya welatiyê Almanyayê ye, ji bo xebatên hilbijartinê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çû Navçeya Enezê ya Edîrneyê û hat binçavkirin. Dema ku Canê ji navçeyê dikira vegeriya di rê de bi hinceta parvekirinên wê yên li ser medyaya civakî hat binçavkirin.
Hat hînbûn ku Canê birine Muduriyeta Emniyeta Bajêr a Edîrneyê.








