Piştî biryara hilbijartinê TOKÎ zêde bûn

  • 09:04 23 Hezîran 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê ev du sale înşaatên TOKÎ'yê didomin û avahiyên li taxa Zeynel Abîdîn di meha Adarê de dest pê kirine jî piştî biryara hilbijartinê şûnde di carekê de mezintir bûn.
 
Li Nisêbînê piştî pevçûnan şûnde navçeya ku taxên wê hat tunekirin, bihezaran xanî hatin hilweşandin û li 4 taxan avahiyên TOKÎ'yê bi dawî bûn û herî dawî li taxa Zeynel Abîdîn dest bi avahiyên TOKÎ kirin. Beriya hilbijartinê avahiyên ku tenê binesaziya wan hatibû destpêkirin, piştî biryara hilbijartinê di du hefteyan de avahî mezintir bûn û  ji bo malbatan jî nameyên ‘îmzeyan biavêjin’ hatin şandin.
 
Bi biryara Wezareta Derdor û Bajarvaniyê biryar hatibû dayîn ku nêzî 390 avahiyên TOKÎ'yê li taxê bên çêkirin. Bêyî xebata kontrolê bê kirin têl hatin kişandin û hîmê xaniyan bi zor di 3 mehan de hat avêtin. Li taxên ku TOKÎ hatin çêkirin ev du sale çêkirina xaniyan didome û piştî biryara hilbijartinê hat girtin şûnde li taxa Zeynel Abîdînê di du hefteyan de avahî zêde bûn.  Xaniyên 2+1, 3+1 û 4+1 tên çêkirin hema hema çêkirina wan hatiye asta dawî.
 
Peyam têr nekir name tên şandin
 
Komîsyona Lihevkirinê jî hîna ji bo îmzeya malbatan peyaman dişînin. 60 malbatan îmze neavêtibûn û  komîsyon jî her carê pêşniyarên cuda ji wan re dikin. Ji bo xaniyên malbatan bên çêkirin dibêjin ‘îmzeyan biavêjin’. Ji bilî TOKÎ’yan çêkirina Înşata Navenda Dan û Standinê (AVM) didome.