ROJEVA 23'YÊ HEZÎRANA 2018'AN
- 09:00 23 Hezîran 2018
- Rojev
*Jinên Kontona Kobanê Komkujiya Kobanê ya di 25'ê Hezîrana 2015'an de ji aliyê DAÎŞ'ê vê hat kirin, bi bîr anîn û gotin:"Gelê Kurd bi komkujiyan naqedin". DÎMEN HEYE
*Jinên Hêzên Parastina Civakî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin:"Coş û kelecana dilê jinên Kurd dê nehêle ku îradeya bi milyonan bê çewisandin."
DÎMEN HEYE
*Li Nisêbînê ev du sale înşaatên TOKÎ'yê didomin û avahiyên li taxa Zeynel Abîdîn di meha Adarê de dest pê kirine jî piştî biryara hilbijartinê şûnde di carekê de mezintir bûn. DÎMEN HEYE
*Dayikên Amedî tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku bi girankirina tecrîdê re li Kurdistan û Tirkiyeyê rewş gelek xarab bûye. DÎMEN HEYE
*Li Kurdîstanê bi biryara YSK'ê li gelek bajar, navçe û gundan sindoqên hilbijartinê hatin barkirin û cihên wan hat guhertin. Yek ji van bajaran jî Colemêrg e. Gundiyên ku her hilbijartin sindoqên wan tên barkirin û cihê wan tê guhertin nêrazîbûn nîşanî vê nelirêtiya hikûmetê dan û gotin ku sindoqên wan li ku derê bên danîn ew ê herin dengê xwe bi kar bînin. DÎMEN HEYE
*Prof. Dr. Nesteren Davutoglu û hunermenda reqsa modern Zeynep Tanbay balkişandin ser parastina dengan û bang kirin ku bi roj li ser sinoqan bi şev jî li pey sindoqan bin. Nesteren diyar kir ku ger HDP winda bike wê muxalefet winda bike.
*Endama PM’a HDP'ê Zubeyde Zumrut diyar kir ku li Mêrdînê gel ji bo hilbijartinan amade ye û bang li ciwan û jinan kir ku xwedî li sindoqan derkevin. DÎMEN HEYE
*Li gundê Candevrîş ê Îdirê ku gundî ev 16 sale dengan didin AKP ya ku soza avahiyan dide wan gotin: “Bi salan gotin em ê çareser bikin lê êdî em hişyar bûn. Em ê dengên xwe bidin HDP’ê.” DÎMEN HEYE
*Dîroknas Ayşe Hur diyar kir ku operasyona Qendîlê pêngavek taktîkî ya beriya hilbijartinê bû û wiha got: “Qendîl ne erdnîgariyek ku bi tevgerekê serdestiyê lê bikin bû û alîgirên desthilatdarî yanî pisporên leşkerî jî vê dibêjin. DÎMEN HEYE
*Ciwanên ji ber polîtîkayên şer û betaliyê ji Kurdistanê koç kirine diyar kirin ku ew ji ax û mala xwe hatine dûrxistin lê ji sekin û fikrên xwe dûr neketine û di xebatên HDP’ê de rolek çalak girtin. DÎMEN HEYE
*Parêzer Ebru Çoban diyar kir ku her kes bi qasî muşahîdan berpirse û got êvarê saet piştî 17.00’an divê her kes li dibistanên ku dengên xwe bi kar bînin bin. DÎMEN HEYE
*Jinên Edeneyê diyar kirin ku wê herî zêde jin ji encamên hilbijartinê bi bandor bibin û gotin ew dengên xwe didin xwe. DÎMEN HEYE
*Hevseroka HDP’ê ya Hatayê Sultan Başaran destnîşan kir ku şerê li Sûriyeyê û hikûmeta AKP’ê li Hatayê rê li ber texrîbata civakî û aborî vekiriye û navnîşana çareseriya pisgirêkan jî HDP ye. DÎMEN HEYE
*Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr diyar kir ku barê xebatên hilbijartina HDP’ê ya Stenbolê jinan hilgirtiye û bi lêv kir ku ji bo ewlehiya sindoqan bi sedan jin hatin peywirdarkirin. DÎMEN HEYE
*Di çand û wêjeya Kurda ya devkî de dengbêjî xwedî roleke sereke ye. Ji bo berdewamiya wêjeya Kurdî wekî stûna avahiyakê ye, ji bo gelê Kurd xwedî hafizayek civakî ye. Her stranek çîrokek wê heye û dîrokek tê de veşartî ye. Her wiha di çanda dengbêjiyê de xwezayîbûn heye. Dengbêj gund bi gund digeriyan li malan şevbihêrk li dar dixistin û heta sibehê di bin ronahiya lampeyê de stran, çîrok û destan digotin. Civak li hev diciviyan û ji bandora teknolojiya ku mejiyê mirovan ditevizîne dûr, hafizaya civakî teze dikirin û pêşengtiya vê yekê jî jinê dikir. Loma jin her dem dibûn lehengên çîrok, stran û destanan. Gelek berhemên folklorê yên Kurdan bi saya çanda dengbêjiyê li ser piya mane. Wekî mînak destana Eliyê Doman Begê û gelek destan, çîrok û stranên wekî din, bi saya çanda dengbêjiyê gihaştiye heta roja îro. Loma Cemîla Celîl dibêje:"Gund û çanda dengbêjiyê dibistana Kurdan in." JI PÊNÛSA JINAN








