Zextên polîtîqayên AKP'ê berdewam dikin
- 15:02 22 Hezîran 2018
- Rojane
ERZIROM - Serokê Şaredariya navçeya Xorasan a Erziromê Abdulkadîr Aydin gund bi gund digere û hilbijêran tehdît dike ku dengên xwe bidin AKP'ê.
Bi nêzîkbûna hilbijartina 24'ê Hezîranê zextên polîtîqayên AKP'ê dest pê kirin. Serokê Şaredariya navçeya Xorasan a Erziromê Abdulkadîr Aydin û koma ku bi wî re ye gund bi gund digerin û hilbijêran tehdît dikin ku dengên xwe bidin AKP'ê. Welatiyên ku nexwestin navê wan bê zanîn wiha gotin: " Abdulkadîr Aydin ji me re got ku polîs, leşker û dewlet jî ez im. Ji me re got ku hûn ê dengê xwe bidin AKP'ê. Em ji vê rewşê ne razîne. Ew bi tehdîdan dixwazin çavên me bitirsînin."








