Fîgenê bersiva Suleyman Soylu da: Dîwar ji bo min ne xem in
- 14:11 22 Hezîran 2018
- Rojane
STENBOL - Hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, ji bo îfadeyên Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylu yên “Niha me çar dîwar dan wê. Kîjan diwarî bixwaze bila pişta xwe bidiyê” bersiva “Ew dîwarên te ji bo me ne xem in.”
Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, bersiv da îfadeyên Wezîrê Karên Hûndir Suleyman Soylu yên di bernameyek televîzyonê derbarê daxuyaniyên Fîgenê ên ji bo Rojava dan de, got “Niha me çar dîwar dan wê. Kîjan diwarş bixwaze bila pişta xwe bidiyê.”
Fîgen Yuksekdag ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê, serê sibê li ser hesabê Twîtterê di daxuyaniya da de wiha bersiva gotinên Suleyman Soylu da: “Ew dîwarên te qet ji bo me ne xem in.”








