Li Stenbolê jinek bi tacîzê re rûbrû hat hiştin
- 13:51 22 Hezîran 2018
- Rojane
STENBOL - 2 Mêrên ku li Stenbolê di optobusê de jinek tacîz kirin, kesê ku bertek nîşan da birîdnar kirin.
Li navçeya Ataşehîr a Stenbolê 2 mêrên ku li otobusa şaredariyê siwar bûn jinek tacîz kirin û kesên din ên di otobusê de jî bertek nîşanî kesên tacîzkar an û ew ji otobusê daxistin. Di dema rageşiya daxistina tacîzkaran de kesekî bi navê F.Y.(20) ji aliyê tacîzkaran ve hat birîndarkirin.
Hat diyarkirin ku F.Y. rakirin nexweşxaneyê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.








