Bi seddan kes li dijî êrîşê Tirkiyeyê berê xwe dan Deriyê Sêmalka

  • 12:41 22 Hezîran 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi sedan welatiyên Rojavayê Kurdistanê ji bo ji bo ku li dijî êrîşên Tirkiyeyê bibin mertalên zindî ji bo derbasî başûrê Kurdistanê bibin berê xwe dan Deriyê Sêmalka. Kesên ku hatin ber Deriyê Sêmalka li ber derî tên rawestandin.
 
Bi sedan kesên ku di nav wan de jin jî hene ji rojavayê Kurdistanê, Minbic, Tebqa, Eyn Îsa, Rakka û Kobanê ji bo ku derbasî başûrê Kurdistanê bibin ketin rê. Girseya ku ji bo bibe mertalên zindî li bajarê Dêrê dêrikê yê Kantona Qamişliyê hatin gel hev. Girseya ku bişev li Dêrikê ma serê sibehê meşa xwe berdewam kir. Girse serê sibehê gihaşt Deriyê Sêmalka ê di bin kontirola PDK'ê de û li wê ji bo hevdîtina bi rayedarên PDK'ê re tên rawestandin.