Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
- 12:26 22 Hezîran 2018
- Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bi armanca bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin cara 81'emîn bi riya parêzerên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwişka wî Fatma û birayê wî Mehmet Ocalan û vasisê Ocalan Prz. Mazlum Dinç, bi armanca li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya komarê ya Bûrsayê dan.
Ji malbata Hamili Yildirim jî birayê wî Polat Yildirim, ji malbata Omer Hayri Konar birayê wî Alî Konar û ji malbata Veysel Aktaş xwişka wî Sabiha Aslan bi armanca bi xizmên xwe re hevditinê bikin bi riya parêzeran serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbata Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên siyasî ji 11'ê Îlona 2016'an heta niha 81 caran seri li serdozgeriyê dan. Serlêdanên malbatan her dem hatin redkirin.
Daxwaza parêzeran hat redkirin
Wekî daxwaza malbatan daxwaza parêzerên Ocalan jî tê red kirin. Herî dawî duh parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Faik Ozgur Erol û Raziye Turgut bi armnca bi muvekkilê xwe re hevdîtin bikin serî li serdozgeriyê dabûn. Serlêdana parêzeran cara 765'an ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat redkirn.
Her dem daxwazên parêzer û malbatan bi hinceta keştî xerabe ye, personel tune û OHAL heye tên redkirin.








