Ji bo mîtînga mezin bangewazî

  • 11:51 22 Hezîran 2018
  • Rojane
WAN-Ji bo mitînga ku dê sibê li navenda beşyolê bi pêşengiya hezaran bê lidarxistin bang hat kirin. 
 
Sibehê li Wanê  saet di 13:00`ê de li qada beşyolê bi tevlîbûna Hevserokê HDP'ê yê giştî Sezaî Temellî û  namzetên HDP'ê yên Wanê dê sibê mîtîng bê lidarxistin. Li bîneya HDP`ê bi tevlîbûna rêxistinên HDP û DBP'ê daxuyanî hat dayîn. 
 
Daxuyanî ji alîyê Hevserokê HDP`ê Ûmît Dede ve hat xwendin. Ûmît anî ziman ku ew ê sibehê bi pêşengiya hezaran mitîngê li dar bixin û bang li hemû gelê serhedê kirin ku tevlî mîtîngê bibin û wiha got:“Li hemberî zilm û dagirkeriyê em ê sibehê li qada beşyolê saet di 13:00`ê de bi tevlîbûna hezaran mîtîngê li dar bixîn. Bi me re dê biguhere. Ji bo pêşerojên xweştire divê em hemû li qada beşyolê cihê xwe bigerîn. Em hemû gelê serhedê vedixwînîn mitîngê.”
 
Piştî daxuyaniyê li navenda sûkê ji gel re vexwendnameyên mitînga ku dê sibê pêk bên hatine belavkirin.