Mertala Zindî Xanê Ebdullah: Dayikên Kurd fêrî berxwedanê bûne
- 10:50 22 Hezîran 2018
- Rojane
Rûken Goman
DÊRIK - Dayika bi navê Xanê Ebdullah tevlî meşa dirêj a Ciwanên Rojavayê Kurdistanê bû û kêfxweşiya xwe wiha anî ziman:"Em dayikên Kurd fêrî berxwedanê bûne. Loma temenê me çi be jî em dev ji berxwedana xwe bernadin."
Ciwanên Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya hemleya 'Serî Hilde' li dijî êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê dest bi meşek mezin kirin. Dayika bi navê Xanê Ebdullah ku temenê wê 55 salî û ji Qamişloyê ye jî tevlî meşa dirêj bû û hestên xwe wiha anî ziman:"Ez jî bi hêzek mezin beşdarî vê meşê bûm ku ji bo Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta tirk bisekinim."
'Ez fêrî berxwedanê bûme'
Dayika Xanê diyar kir ku jinên Kurd her fêrî berxwedanê bûne û got:"Ez hêza xwe ji çanda xwe ya kevnar û dîroka xwe digirim. Ez fêrî berxwedanê bûme û îro jî bi dilekî germ beşdarî vê meşê bûme ku li dijî faşîzma Erdogan bisekinim.'
'Dayikên Kurd tu carî serî netewandine'
Dayika Xanê diyar kir ku dayikên Kurd ji dîrokê heta niha tu carî serî netewandine û wiha dewam kir:"Dayikên kurd her dem têkoşer in. Loma bi rihekî ciwan ez beşdarî vê meşê bûm. Em dayikên Kurd sînoran nas nakin em amadene ku her çar parçeyên Kurdistanê biparêzin."
'Em serî natewînin'
Dayika Xanê anî ziman ku ew serî natewînin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Zihniyeta yekperest a ku Efrîn dagir kir niha jî dixwazin axa Başûrê Kurdistanê dagir bikin. Lê em bi rih û canê xwe li dijî vê dagirkeriyê disekinin û em ê heta dawî berxwe bidin."








