Jinên Îdirê:Em ê karê xwe bidin aliyekî û xwedî li sindoqan derkevin

  • 09:30 22 Hezîran 2018
  • Rojane
ÎDIR - Li gundên ku ji sedî 90 deng tên girtin û sindoqê wan hatine barkirin, jinan diyar kir ku ew ê karê xwe bidin aliyekî û xwedî li sidoqan derkevin.
 
Li Îdira ku ji sedî 90 HDP dengan digire, li gundên wê sindoq tên barkirin. Li navendê 9, li navçeya Tuclucayê jî 28 bi giştî wê 37 sindoq bê barkirin. Di sindoqên tên barkirin de ji 4 hezarî zêdetir welatî wê dengan bi kar bînin. Ji bo welatî bi ewle dengên xwe bi kar bînin wê li ser sindoqan du kes cih bigirin. Ligel vê jî li ser her sindoqê wê muşahîdek hebe. Ji bilî peywirdarkirinên HDP’ê wê de wê jin jî sindoqan biparêzin.
 
‘Em destûrê nadin ku dengên me bidizin’
 
Sabîha Kizilay diyar kir ku bi salane dengên wan di hilbijartinan tên dizîn lê wê di vê hilbijartinê de destûrê nedin û wiha got: “Îsal ji bo Erdogan biçe em ê pêşiya sindoqan bernedin. Gel wê xwedî li sindoqan derkeve û ji zilma 16 salan re bêje ‘êdî bes e’.”
 
‘Em ê li ber dibistanan bisekinin’
 
Nuriye Kiziltaş jî bi lêv kir ku  piştî dengên xwe bikar bînin wê li ber dibistanan bisekinin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev desthilatdarî 16 sal in li ser bedena jinan xwe heyî dike. Zext û zilma wan neqedya. Kesên dengên xwe bi kar anîn bila sindoqan terk nekin. Em ê heta dawî dengên xwe biparêzin.”
 
‘Divê her kesê xwedî wijdan sindoqan biparêze’
 
Dîlber Gulcan jî  destnîşan kir ku divê êdî Tayyîp Erdogan biçe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî ez dengê xwe bi kar bînim ez ê bipêm. Em rojekê jî karê xwe bidin aliyekî. Bila dengên me neyên dizîn. Min wek jinekê ji AKP’ê pir kişand. Ji ber em Kurd bûn em gelek tişt jiyan.”
 
Emîne Faîk jî banga xwedîderketina sindoqan li gel kir û got divê kes neçe malê xwe û xwedî li dengan derkevin.