Prof. Dr. Sîbel Perçînel: Divê her kes xwedî li sindoqan derkeve
- 09:27 22 Hezîran 2018
- Rojane
Duygu Cînîvîz- Habîbe Eren
ENQERE - Prof. Dr. Sîbel Perçînel ku yek ji akademîsyenên hatiye îxrackirinê ye bal kişand ser ewlehiya sindoqan û got ev tenê bi partî û çend dildaran çareser nabe divê her kes li ser sindoqan be.
Prof. Dr. Sîbel Perçînel ya bi KHK’ê ji Beşa Zanista Patolojî ya Fakulteya Tipa Zanîngeha Enqereyê hat îxrackirin diyar kir ku divê ewlehiya sindoqan bi awayekî baş bê girtin.
Sîbelê bi lêv kir ku ew bi namzeta herêma duyemîn a Enqereyê Nuray Turkmen re xebatê dimeşîne û bi taybet li navçeyên Altindag û Keçîorenê xebatan dimeşînin û bi pêşengiya jinan xebat meşandine.
Sîbelê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wan ewil bi hevserokên navçeyan û rêveberên partiyan re xebat meşandine û piştre hejmara xebatkaran zêdebûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştre me li Atapark, Baglum, Huseyîngazî buro vekir. Em kolan bi kolan, tax bi tax geriyan û me xebat meşandin. Me jinan re sohbet kir. Me eleqeyek mezin dît. Dema me xebat meşand me tenê di esasa 24’ê hezîranê de xebat nemeşand. Me gel agahdar kir. Me dest da gel û me pirsgirêkên wan hîn kir. Me hewl da em xwe bigihînin hemû aliyan. Em li her derê rastî xizanî û betaliyê hatin.”
‘Li Herêma 2’emîn hewcedarî bi muşahîdan heye’
Sîbelê bal kişand ser mijara ewlehiya sindoqan û bi lêv kir ku xebatên endamên lijneya sindoqan û peywirdarên dibistanê qediyane lê ji bo muşahidiyê heta roja dawî dem heye û got herî zêde jî ji bo herêma 2’emîn hewcedarî bi muşahîdan heye. Sîbelê wiha berdewam kir: “24’ê Hezîranê gelek girîng e. Divê ewlehiya sindoqan bi gotinê nemîne. Divê em hemû bi hev re têbikoşin. Jİ bo jiyanek nû divê em li ser sindoqan bin.Ger bend neyê derbas kirin ji partiyek din re mafê jiyanê tune. Divê HDP di meclîsê de piraniyê bidest bixe. Derbaskirina bendê ya HDP’ê gelek girînge. Ji ber vê divê welatî bibin peywirdar û xwedî li sindoqan derkevin.”








