Qayyim malê gel kir amûra hilbijartinê ya AKP'ê!
- 11:01 30 Gulan 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Hat hînbûn ku koliyên erzaqên Şaredariya Nisêbînê ji aliyê AKP'yîyan ve, di bin navê "xebatên hilbijartinê didome" li gel hat belavkirin.
Li Nisêbîna Mêrdînê koliyên erzaqên ji bo meha remezanê hatibû amadekirin ji aliyê AKP'ê ve ji bo di 24'ê Hezîranê de ji gel dengan bigirin, hat belavkirin. Di 2016'an de qayyim tayinî Şaredariya ku di destê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de bû, hatibû kirin û kesên nêzîkî AKP'ê di şaredariyê de hatibûn bicihkirin.
Rêxistina Bajêr a AKP'ê meha remezanê wekî amûra hilbijartinê bi kar anî û bi erêkirina qayyiman qoliyên alîkariyê yên ji bo remezanê kirin amûrên hilbijartinê. Rêxistina Bajêr a AKP'ê ev yek di bin navê 'Xebatên hilbijartinê didome ' li ser hesabên xwe yên medyaya civakî parve kirin.
Her wiha hat hînbûn ku gelê Nisêbînê jî bertek nîşanî AKP'yiyan ên qoliyên alikariyê aniye malên wan dane.








