Jinên Amedê: Partiya jinan HDP’ye û em ê dengê xwe bidin HDP’ê

  • 09:05 24 Gulan 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Piştgiriyek jî ji bo HDP’ê ji jinên Amedê hat, jinan got ku li dijî  lîstikên AKP’ê  di vê sendoq baş bên parastin  û xwe dî li sindoqan bê derketin.
 
Jinên Amedê diyar kirin ku ew ê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de piştgiriyê  bidin Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û namzedê serokkomariyê Selahattîn Demîtaş ê ku li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê girtî ye. Jinan got ku HDP paritya jinan e û wê jin bi rihê HDP’ê siyaset, meclîs û rêvebiriyê bigûherînin. 
 
Jina bi navê  Zuleyha Çalman, anî ziman ku bi îlankirina OHAL’ê re jin hedef hatine girtin, ji bo li dijî OHAL’ê derkevin pêwîste jin ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê  ku wê bê kirin tevli  xebatan bibin. Zuleyhayê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:  “Divê jin, li dijî sepandina antî demokratik bi dirûşma  ‘Em ê ji AKP’ê hesap bipirsin’  û  tevlî xebatên HDP’ê bibin. Li Tirkiyê li dijî faşîzma ku berdewam dike divê em jin bi hev re têbikoşin. Li dijî van polîtîqayan pêwîste em jin dest bidin hev.”
 
‘Erdogan kîndar û xweperest e’
 
Zuleyha, di dirtêjiya axaftina xwe de siyasetmedarên HDP û DBP’ê ku di girtîgehan de ne bi bîrxistin û xwesty hilbijartinên ku bên kirin di şertê  wekhev bên kirin ev tişt got: “Di vê pêvajoyê de hevserok, hevşaredar û parlementerên me di girtîgehan de ne û ev hilbijartin sepandina faşîzmê ye.  AKP, hemû xebatkarên partiyên muhalîf  dan girtin  û ev jî nîşan dide ku Erdogan çawa mirovekî kîndar û xweperest e.”
 
‘ Wê HDP di 24’ê hezîranê de bi ser bikeve’
 
Jina bi navê Kader Uzun jî bi lêv kir ku HDP partiyeke jinan e, bi taybetî  divê  jin tevli  xebatên ji bo 24’ê Hezîranê  ku tên kirin bibin. Kader, bi bîr  xist ku HDP ji bo jinan sembola azadiyê ye  û wiha got: “Jin ji bo daxwazên xwe pêk bînin bi reng û nasnameya xwe, li dijî polîtîqayên AKP’ê yên li dijî jinê  wê  li ser sindoqan bên gel hev.  Partiya serkeftî ya 24’ê hezîranê wê HDP be.  Jin  wê bi rihê HDP’ê ji civakê heta siyasetê, ji meclîsan heta rêvebiriyê bigûherînin.”
 
‘Divê HDP baş li sindoqan xwedî derkeve’
 
Jina bi navê  Suna Gedîk jî daxûyand ku AKP di her hilbijartinê de  di dema hilbijartina dengan de  nelirêtiyê dike,  hilbijartinên referandûma  sala borî bi bîr xistin û ev tişt got: “ AKP di hilbijartinên Referandûmê de dema ku dît winda dike, bi YSK’ê re ket nav hevkariyê û nêzî bidawîbûna hejmartina dengan  zarfên bê mor jî dan qebûlkirin. Di vê hilbijartinê de li dijî hemû nelirtiyan  divê HDP baş xwedî li sindoqan derkeve û sindoq baş bên parastin.”
 
‘Em ê dengê xwe bidin HDP’ê ‘
 
Sûna di dawiya axaftina xwe de got ku di çarçoveya OHAL’ê de bi îlankirina KHK’yan dixwazin gelek kesan bi birçîbûnê  terbiye bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê kedkar û xebatkarên ji aliyê AKP’ê ve mafên wan hatiye binpêkirin di 24’ê Hezîranê de bersiva AKP’ê bidin.”