‘Em hêviya xwe winda nakin’

  • 13:21 23 Gulan 2018
  • Rojane
Tolîn Muhemed-Lîlav Elî
 
ŞEHBA - Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kir şûnde gelê Efrînê derbasî Kantona Şehbayê bûn û li wir berxwedana xwe didomîne. Gulîstan Hec Ehmed a ku bû şahidê zindî ya binpêkirina mafên li Efrînê hat kirin got:”Em hêviya xwe winda nakin, ez bawer dikim ku em ê rojekê vegerin ser axa xwe.” 
 
Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kir şûnde gelê Efrînê derbasî Kantona Şehbayê bûn û li wir berxwedana xwe didomîne. Gulîstan Hec Ehmed a ku ji navçeya Cindirisa Efrînê banga hestiyariyê ji hemû rêxsitinên  mafên mirovan kir û got me dev ji têkoşîna xwe berneda heta ku dagirker ji ser axa Efrînê herin em ê berxwe bidin. 
 
Gulîstanê anî ziman ku dayika wê û zaroka wî jî di encama topebaran dewleta tirk de birîndar bûne û got:”Berî ku dewleta tirk êrîşî Cindirisê bikin me jiyanek xweş dijiya. Bi bombebarana dewleta tirk gelek sîvîl birîndar bûn û gelek jê hatin kuştin. Ji bo em jî nebin hedefa bombeyan me berê da aliyê mala birayê xwe. Lê em li wir jî nesitirîn. Dewleta tirk êrîşî wir jî kir, di encama êrîşê de dayik û zarokên min birîndar bûn. Ji bo gel nebin hedefê top û tanqên dewleta tirk di şikeftan de diman. Heta dawiyê em dev ji têkoşîna xwe bernedin hêviya xwe winda nekin û berxwe bidin.”