Li Serhedê xebat bênavber berdewam dikin

  • 18:05 20 Gulan 2018
  • Rojane
WAN-Li serhedê xebatên hilbijartinê bênavber berdewam dikin. 
 
Ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê  li Wanê di bin siya OHAL`ê de xebat bênavber berdewam dikin. Li taxa nû yê a girêdayî navçeya Rêya Armûşê bûroya hilbijartinê hat vekirin. Di heman demê de ji aliyê HDP`ê ve gundên girêdyî navçeya Tuşbayê,Payîzava û Ercîşê  mal bi mal xebatên hilbijartinê hatine meşandin û ji gel re belavokên hilbijartinê hatin belavkirin. 
 
Di heman demê de di çarçoveya xebatên 24 `ê hezîranê de TJA`yê li Tokiyên girêdayî Artemetê ji jinan re civîn pêk anî. 
 
`Divê sindoqan de reng û tifaqa jinan derbikeve`
 
Di civînê de Hevşaredara Artemêtê ya ku li cihê wê qeyûm hat tayînkirin Rojbîn Çetin axivi Rojbînê bal kişand ser pêkutiyên AKP`ê û got ku dê di 24`ê Hezîranê de rengê jinan derbikeve û wiha axivi;“Di vê pêvajoyê de tenê pêdivî bi berxwedana jinan heye. Em tifaqa xwe  bi gel re û jinan re pêk tînîn. Bi biryargirtina hilbijartinê dixwazin xwe rizgar bikin. Ji ber ku hikûmeta AKP`ê bi vê rêveberiyê êdî nikare welat rêve bibe. Bi bilindkirina dolar û zemkirina benzînê welat ber bi krîza aborî ve dibin. Em dixwazin û em dibêjîn ku hewceye di 24`ê hezîranê de em xwedî li vîna xwe derbikevîn. Divê di sindoqan de rengê jinan û tifaqa jinan derbikeve.