Xizmên Windayan aqûbeta Mehmet Înan pirsîn

  • 13:38 19 Gulan 2018
  • Rojane
AMED - Di çalakiya xizmên windayan a hefteya 484’emîn de, aqûbeta Mehmet Înan ê li Sêrtê hat windakirin, pirsîn.  
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan(ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan bi boneya li aqûbeta kesên hatin windakirin û kûjer bên cezakirin, di hefteya 484’emîn de çalakiya “Bila Winda Bên Dîtin û Kujer Bên Darizandin” li dar xist. Çalakî li avahiya ÎHD’ê pêk hat, rêveber, parêzer û xizmên windayan beşdar bûn. Di çalakiyê de aqûbeta Mehmet Înan ê di 28 Sibat 1994 de li Sêrtê hat windakirin, pirsîn.
 
Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeydan di serî de bibîrxist ku 17-31’ê Gulanê hefteya kesên hatine windakirine û wiha got: “ Wekî ku tê zanîn di erdnîgariya Kurdistanê de ji salên nodî vir de tiştên dijmirovatî tên kirin. Çalakiya xizmên windayan heta vê rojê jî berdewam dike. Bi vê çalakiyê me xwest ku edalet û zemîneke baş bê avakirin.”
 
Abdullah, di berdewamiya axaftina xwe de got ku îktîdara berê û îktîdara siyasî li pişt bêcezabûnê disekinin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê em ê tu carî dev ji lêgerîna xwe bernadin. Dozên ku em dişopînin kujer diyar in jî nayên cezakirin. Em dixwazin ku hemû kujerên diyarin bên cezakirin. 17-31'ê Gulanê hefteya Roja Windayan a Navneteweyî ye. Ger ku bangên me bihata bihîstin wê îro Hêlîn Şenleran û Cemîle Çagirgayan jiyana xwe ji dest nedana. Wê têkoşîna me berdewam bike.”
 
Piştî axaftinê bi aliyê Parastvanê Mafê Mirovan Emîn Ermîn çîroka Mehmet Înal ê di 28’ê Sibata 1994’an de hatiye windakirin  xwend. Emîn, bi lêv kir ku Mehmet beriya bê windakirin sê caran hatiye binçavkirin û berdan. Emîn, berdewamiya çîrokê wiha xwend: “ Dawiya meha Sibatê  leşker li ser malê ve digirin. Kesê bi navê Eyupê ku ji leşkeran re mûhbiriyê dike li gel wan bû. Di serdegirtinê de Mehmet Înal tê binçavkirin û berdan. Di 28’ê Sibatê de Mehmet ji bo pêdiviya malbata xwe bistîne diçe Sêrtê. Piştî ku Mehmet venagera malê bavê wî Alî Înal bi nivîsekê serî li  Dadgeha Komarê  û Fermana navendî dide.”
 
Emîn, di berdewama çîrokê de ev tişt got: “Piştî 4-5 mehan polis Alî Înal dibe midûriyeta Sêrtê. Li wir jê re hin wêneyan nîşan didin û tu yeka nas nabîne. Ji wê dîrokê vir de ji Mehmet tu agahî nayê girtin.”
 
Piştî daxûyaniyê 5 deqe çalakiya rûniştinê pêk hat.