Hevjîna xwe, du zarokê xwe û bavê xwe qetil kir

  • 11:04 19 Gulan 2018
  • Rojane
BÛRSA - Li Mudanyayê mêrê bi navê Hamza Sakin hevjîna xwe, du zarokê xwe û bavê xwe qetil kir.
 
Li Gundê Evcîlê yê navenda Mudanyaya Bûrsayê mêrê bi navê Hamza Sakin (45) hevjîna xwe, du zarokê xwe û bavê xwe qetil kir. Hamza do çû liseya Mudanyayê û du zarokên xwe girt û di saetên êvarê de tevî zarokên xwe çû mala bavê xwe Hasan Sakin (70) ya li Gundê Evciler. Hasan di saeta fitarê de hevjîna xwe, du zarokê xwe û bavê xwe qetil kir. Hat diyarkirin Hamza dawiyê teslîmî jandarmayê bûye. 
 
Cenaze rakirin Morga Saziya Tipa Edlî ya Bûrsayê.