Li Şehbayê berxwedêrên Berxwedana Serdemê hatin bîranîn
- 10:55 19 Gulan 2018
- Rojane
ŞEHBA - Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê nasnameya 29 berxwedêrên Berxwedana Serdemê eşkere kir.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê bi merasîmekê nasnameya 29 berxwedêrên Berxwedana Serdemê yên ji YPJ, YPG, Asayîş, HAT, QSD, Hêzên Erka Xweparastinê eşkere kir.
Merasîm li kampa "Serdem" li gundê Til Sosîn bi amadebûna bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê hat lidarxistin.
Di merasîmê de, wêneyên berxwedêran, al û sembolên şoreşa Bakurê Sûriyeyê hatin hildan.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Endama Rêveber a Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê Şaziya Îbrahîm meha Gulanê û berxwedêrên Berxwedana Serdemê bi bîr anî û sersaxî ji malbatên wan re xwest.
Şaziya Îbrahîm got:"Şehîd sembola berxwedanê ne, bi giyanê wan em ê xeta berxwedanê berdewam bikin ta Efrînê azad bikin.
Endamê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Bedran Çiya Kurd jî axivî û got: "18'ê Gulanê roja têkoşîna şoreşgeriyê ye, roja bîranîna şehîdan e. Bi vê wesîleya pîroz em soz didin şehîdên xwe ku em ê asta têkoşînê mezin bikin
û armancên şehîdan pêk bînin."
Di berdewama merasîmê de, nasnameyên berxwedêrên ji aliyê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Bekir Elîko ve hat xwendin.
Berxwedêrên Berxwedana Serdemê yên hatin biranîn;
Yehya Mihemed (Agirî Leylûn), Mehmûd Yûsif (Mehmûd), Heysem Şêxo (Heysem), Semîra Henan (Semîra), Mihyedîn Silêman( Mihyedîn), Elî Qedo ( Elî), Cafer Mamiş ( Kendal), Îbrahîm Îbrahîm (Îbrahîm), Meysa Ismaîl (Rûheyv Efrîn), Hêvîn Bagir (Bêrîtan Qendîl), Sultana Koto (Roza Efrîn), Şirîn Reşo (Avaşîn Efrîn), Ehmed Nesan (Zerdeşt Kûrzêlê), Zekiya Bazo ( Ekîn Welat), Ocalan Ismet (Xabûr Firat), Hozan Reşo (Şivan Çiya), Ebdurehman Dawûd (Sîpan Çiya), Dilovan Mûsa (Mezlûm Agirî), Şemseddîn Şeref (Hemze Çiya), Fûad Xubarî (Ferhad Zagros), Şêx Reşîd ( Fedekar Efrîn), Ebdo Muselî ( Îzet), Mihemed Welo (Dilsoz Efrîn), Ehmed Şêx Beyrem (Deniz Firat), Ela Abdullah (Cewher Bakur), Reşîd Elo (Bilbilê Çiya), Hisên Naso (Bahoz Amed) Îbrahîm Xalid Ebûd (Êrîş Azad) û Ehmed Emîr (Ehmed)".
Di dawiya merasîmê de wêneyên berxwedêrên diyarî malbatên wan hatin kirin.








