‘Ji bo tecrîda li ser Serok bê bidawîkîrîn ev hilbijartin girîng e’

  • 09:06 19 Gulan 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED – Dayikên Amedî, tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a girankirî şermezar kirin û gotin ku piştî tecrîda girankirî rewş gelek xirab bûye. Dayikan diyar kirin ku ji bo tecrîd bê rakirin ev hilbijartin girîng e.
 
Dayikên Amedî, anîn ziman ku  ji 5’ê Nîsana 2015’an ve Heyeta Îmraliyê, ji 11’ê Îlona 2016’an ve jî malbata Abdullah Ocalan nikarin  pê re hevdîtinê bikin û  tecrîda ku roj bi roj giran dibe şermezarkirin. Dayikan diyar kirin ku ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin, hilbijartinên pêşwext ku di 24’ê Hezîranê de pêk bên girîng in.
 
Dayika Fatma Ateş, tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kir û got ku dawiya her şerî azadî û serxwebûn e. Fatma, diyar kir ku ji bo şer  zext, şer, îşkence û  komkûjî bên rawestandin  û tecrîda li ser Abdullah Ocalan  bê rakirin di 24’ê Hezîranê de ew ê dengê xwe bidin HDP’ê. Fatma, bi lêv kir ku Abdullah Ocalan ji bo wan jinan gelek tişt kirine û wiha got: “Em dixwazin ku em hemû kes bibin yek. HDP ji bo azadiya Serok Apo girîng e. Bi salane li dijî Serok tecrîdeke giran tê meşandin û em dixwazin ku êdî ev tecrîd bê rakirin. Ji bo ku tecrîda li ser Serok bê rakirin divê hemû kes roja hilbijartinê dengê xwe bide HDP’ê. Em bawer dikin ku HDP wê vê tecrîdê rabike. Em dixwazin ku êdî azadî pêk bê û zarokên me nemirin. Ji bo zarokên me azad bibin û azadî bê vî welatî di vê di serî de Serokê me bê azadkirin. Jin ber ku  mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan di destên wî de ye."
 
‘Serok Apo, serok û çavê me ye’
 
Dayika Sohbet Avci da zanîn ku piştî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan giran bûye di girtîgehan de zext zêde bûne û hemû siyasetmedarên wan hatine girtin. Sohbet, daxwaza azadiya Rêberê PKK'Ê  Abdullah Ocalan û siyasetmedaran kir û ev tişt got: “Serok Apo, serok û çavê me ye. Ew hemûna me ye. Em dixwazin ku bila neyarên me êdî dev ji me kurdan berdin. Ew çi ji me dixwazin?”
 
‘Ev hilbijartin ji bo me girîng e’
 
Sohbet, bibîrxist ku li pêşiya wan hilbjartin heye û daxwaz li gel kir ku ji bo zext û zordarî bi dawî bibin dengê xwe bidin HDP’ê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di baweriya ku em ê di 24'ê hezîranê de bi ser bikevin de ne. Dema ku em bi ser ketin, em baş dizanin ku wê ev zext û îşkence jî bi dawî bibin û bi taybetî jî tecrîda li ser Serok wê bê rakirin. Bi salan e li ser me kurdan zext tên kirin û çareseriya van pirsgirêkan jî di serî de Serok Apo û piştre jî HDP ye. Serok riya azadiyê nîşanî me jinan kir û em jin jî azadiya wî dixwazin. Serokê me Abdullah Ocalan û Selahattîn Demîrtaş jî ji bo me girîng e. Ev hilbijartin ji bo me girîng e. Ji ber ku bi vê hilbijartinê dibe ku zarokên me ji girtîgehan derkevin.”  
 
‘Piştî tecrîda li ser Serok girtîgehan de zext zêde bûn’
 
Dayika Bedîa Bacanak jî anî ziman ku bi salan e li ser kurdan zilm tê kirin û xwest ev zilm bi dawî bibe û ev tişt anî ziman: “Piştî ku li ser Abudllah Ocalan tecrîd giranbû, di girtîgehan de îşkence û zext jî zêde bûn. Ji bo ku zext, îşkenceya ser girtiyan bi dawî bibe, ji bo tecrîda ser Serok bê rakirin ev hilbijartin girînge. Pêwîste hemû kes roja hilbijartinê van hemû tiştan baş bifikire û piştre dengê xwe bi kar bîne.”