‘Dewlet li ser bedena jinê polîtîkayan dimeşîne’

  • 09:05 19 Gulan 2018
  • Rojane
STENBOL - Pîreboka Kampusê Hatîce Goz diyar kir ku 10 sal beriya niha jin 3-4 kat zêdetir derdiketin kolanê û wiha pê de çû: “Di dema AKP’ê de bilindbûna têkoşîna jinê ne tesaduf e. Jinek çawa ji vê hêzê digire, desthilatdarî jî evqas ji vê ditirse.”
 
Pîrebokên Kampusê  têkoşîn û şîdeta li hemberî jinan a bi OHAL’ê re zêde bûye vegotin.  Gîzem Işik bi lêv kir ku dewlet li ser bedena jinê polîtîkayan dimeşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em wek Pîrebokên Kampusê li zanîngehan maseyên tacîzê ava dikin û em li van deran bi jinan re tên cem hev. Dema em li vir bi jinan re tên cem hev em dibînin ku teşîrkirina beden çiqas girîng e."
 
‘Hêrsa me serhildana  me zindî dihêle’
 
Gîzemê daxuyakirin ku ev polîtîka bi OHAL’ê re pijirîne û hewl tê dayîn ku jinan ji qada cameweriyê derxînin û ev tişt anî ziman: “ Desthilatdarî polîtîkaya 'hepskirina jinê' dimeşîne. Lê serhildana jinan jî di heman rêjeyê de zêde dibe.  Hêrsa me her tim serhildana me zindî dihêle. Em tu car serî li hember mêran natewînin.”
 
Eylem Gultekçe destnîşan kir ku qanûna îstîsmarê piştî hilbijartinê ketiye dewrê şûnde hatiye taloqkirin û got heta desthilatdarî wisa bimîne wê zîhniyet jî heman be û got piştî hilbijartinê wê ev dîsa bikeve rojevê. Eylemê got wê li dijî van polîtîkayan têkoşîna xwe bidomînin.
 
Hatîce Goz jî ev tişt anî ziman: “Em di pêvajoyek ku hemû jiyana jinan hatiye dagirkirin de derbas dibin.  Di dema AKP’ê de bilindbûna têkoşîna jinê evqas ne tesaduf e. Jin 10 sal berê zêdetir derdikevin kolanê. Jinek çawa ji vê hêzê digire, desthilatdarî jî evqas ji vê yekê ditirse.”