Ji salên 90’î heta niha zîhniyet heman e:Ji cenazeyên me jî ditirsin

  • 09:02 19 Gulan 2018
  • Rojane
AMED - Îşkenceya li cenazeyên  şervanên YJA-STAR û HPG’iyan tê kirin dîmenên salên borî tîne hişê mriovan û malbat wiha dibêjin: “Ji cenazeyên me jî ditirsin. Nahêlin em kar û barê definkirina cenaze bikin. Dema em li ber xwe didin jî dibêjin ‘di du deqeyan de karê xwe bikin. nimêja cenazê wê neyê kirin’. Nahêlin em şîna xwe jî deynin.”
 
Li cenazeyên şervanên  YJA STAR û HPG’ê ku di demên dawî de di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane îşkence tê kirin û li malbatan jî zextên psîkolojîk tên kirin. Îşkenceya li cenazeyan tê kirin salên 90'î tîne hişê mirovan.
 
Heman zîhniyet didome
 
Di salên 1990’î de pêkanînên dij mirovî her tim dihatin rojevê û yek ji pêşengê kadoroya PKK’ê Mahsum Korkmaz (Egît) û  hunermendê Kurd Hozan Serhad jî di nav de gelek PKK’yî ji helîkopteran hatibûn avêtin.  Pêkanînên wê demê îro jî tên kirin.
 
Di dîmenên telefonê de derketibûn holê
 
 Di 30’ê Hezîran û 1’ê Tîrmeha 2010’an de li Berwariya Sêrtê di pevçûnekê de 12 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabû û îşkenceya li cenazeyan hatibû kirin, di qeyda telefonekê de derketibû holê. Leşkerekî tevlî operasyonê bibû telefon firotibû dukanek telefonê û di wir de derketibû holê.  Di dîmenan de cenaze xistibûn torbeyan û leşkeran bi serî û lingê wan digirt û raste rast  davêt romorka wesayîtê. Her wiha di axaftinan de jî heqeret li cenazeyan dihat kirin.
 
Li cenazeya Ekîn Wan îşkence
Di 10’ê Tebaxa 2016’an de li Gimgima Muşê  Kevser Elturk (Ekîn Wan) ya YJA-STAR’ê hatibû qetilkirin û bedena wê hatibû teşîrkirin.  Jinan piştî van dîmenan  çalakiyên ‘Ekîn Wan rewşa tazî ya berxwedana me ye’ pêk anîbûn.
 
Haci Lokman Bîrlîk û Taybet Înan
 
Di 2015’an de Haci Lokman Bîrlîk yê li Şirnexê hat înfazkirin bi wesayîtek zirxî ve hatibû girêdan û wêneyên wî hatibûn weşandin.
Dîsa di 14’ê Mijdara 2015’an de  li Erdîş Tendurekê cenazeyê sê HPG’iyan hatibû şewitandin û piştre jî li dorê govend gerandibûn. Ev di wêneyan de derketibû holê.
 
Cenazeya Taybet Înan ku di 19’ê Mijdara 2015’an de di pêvajoya qedexeya derketina derve de hat qetilkirin, cenaza wê 7 rojan li kolanê ma û 23 roj şûnde hatibû definkirin.
 
Malbatên çûn cenazeyan bigirin bertek nîşan dan û wiha gotin: “Ji cenazeyên me jî ditirsin. Nahêlin em kar û barê definê bikin. Dema em li ber xwe didin jî dibêjin ‘di du deqeyan de karê xwe bikin. nimêja cenazê wê neyê kirin’. Nahêlin em şîna xwe jî deynin. Di kîjan olê de cihê vê heye.? Yên dibêjin em muslimanin vê dikin.”
 
‘Li gorî xwe tolê digirin’
 
Rahîme Çelîk daxuyakirin ku tiştên tên kirin dijmirovahiye û wiha pê de çû: “Hun ji kesekî jiyana xwe ji dest daye hîna çi dixwazin? Malbat ji xwe êşa zarokên xwe dijîn. Yên vê dikin jî dibêjin em muslimanin.  Ew dibêjin qey wê wisa tolê bigirin. Lê nizanin ku ka wê çi bikeve destê wan. Ew zarokên me ne. Em tu car wan tenê nahêlin.”
 
Ravzeta Çakman jî wiha got: “Yên vê dikin ne mislimanin. Li hemû şerê tên jiyîn binêrin, hun tiştekî wisa dibînin.”