'Li dijî qedexeya çiya û zozanan em ê dengê xwe bidin aştîxwazan'
- 09:01 19 Gulan 2018
- Rojane
WAN - Li herêma Serhedê qedexe û operasyonên leşkerî berdewam dikin. Di heman demê de jî wê gel di 24'ê hezîrandê de di bin siya OHAL'ê de biçe ser sindoqan. Jinan bertek nîşanî vê yekê dan û bang kirin ku ji bo rojên bêyî qedexe divê hrkes di 24'ê hezîranê de dengê xwe ji bo aşitî û demokrasîyê bi kar bîne.
Gelên Tirkiyeyê di bin siya OHA'ê de wê di 24'ê Hezîranê de biçe ser sindoqan. Li Kurdîstanê her ku OHAL hatiye îlankirin û şûnde qedexeya li dijî zozanan û operasyonên leşkerî bênavber berdewam dikin. Heta niha li herêma Wanê û Colemêrgê gelek zozan û mezra bi minesebeta' Herêma ewlehiya taybet' hatine qedexekirin. Jinên Wanê diyar kirin ku ew ê di 24 hezîranê de qedexeyan nas nekin û gotin ku ji bo rojên bê qedexe divê jin bibin yek deng.
'Di 24'ê hezîranê de serkeftin ya gelan e'
Jina bi navê Kewê Balik jî bi lêv kir ku îktîdara heyî ji azadiya jinê ditirse û got ku divê di 24'ê hezîranê de ji qedexeyan re bibêjin êdî bese û wiha axivi;"Jin niha nêzî serdema azadiyê bû ne. Hikûmet vê yekê dibîne û ji jinan ditirse. Ji ber ku jin li hemberî zilmê serî hil didin, desthilatdar ditirsin. Jinan azadî û têkoşîn esas girti ye û ew êdî koletiyê qebûl nekin. Niha li herêma me bi hezaran zozanên me û gundikên me qedexe kirîne. Bi qedexe û operasyonan dixwazin çavê gel bitirsînin. Gelê herêma wanê bi xwedîkrina pez debara xwe dike dema ku zozan tên qedexekrin xwedîkirina pez zahmet dibe. Bi nêzîkbûna hilbijartinê re qedexeyên xwe zêdetir kirin. Êdî tehemmûla me nema ye. Divê herkes destê xwe bide ser wîjdanê xwe û di 24 hezîranê de dengê xwe ji aşitîyê, demokrasiyê re bi kar bîne. Di 24'ê hezîranê de serkeftin a gelan e."
'Ji bindestiyê û ji qedexeyan re êdî bes e'
Jina bi navê Sabrîye Bayik jî anî ziman ku ji bo qedexeyên li ser zozanên wan rabin ew ê dengê xwe bidin aştîxwazan û wiha berdewam kir;"Em dixwazîn ev qedexe ji ser zozanên me rabin. Her ku OHAL hatiye îlankirin, hetanî niha em nikarîn biçîn zozanên xwe. Destpêkê gundên me vala kirin, niha jî zozanên me li me qedexe dikin. Me bi xwedîkirina pez debara xwe dikir. Lê ji ber qedexeyan em nikarîn herîn zozanan û ev jî karê me zahmet dike. Divê em dawî li vê zilmê bînin û dawî li qiyameta ku li Tirkieyeyê rabûye bê. Ev çend sal in ez ji ber qedexeyan nikarim, herim zozanên xwe. Ji ber qedexekirina zozanên me,me pezê xwe firot. Jiyana me , giyanê me ew zozan û çem bûn. Em ketine van bajaran ne kar û ne jî debar heye. Ji bindestiyê û ji qedexeyan re êdî bes e."
'Gel ji qedexeyan û operasyonan bêzar bûye'
Hevseroka HDP'a navçeya Riya Armûşê Edîbe Babur jî bal kişand ser qedexeyan û operasyonên leşkerî û got ku êdî dem dema têkoşinê ye û wiha pê de çû;"Jiber qedexeyên li herêmê em di warê xebatên hilbijartina 24'ê hezîranê de tengav dibin. Wekî tevahiya Tirkiyeyê li herêma Kurdistanê jî gel di bin siya OHAL'ê de wê biçe ser sindoqan. Em niha xebatên 24'ê Hezîranê li gundan didîn meşandin. Ev gund jî zêdetir girêdayî zozanan e û bi xwedîkrina pez debara xwe dikin. Gel ji qedexeyan û operasyonan bêzar bûye. Welatî dibêjin ku ew nikarin li zoanên xwe jî azad tevbigerin. Lê li hemberî hemû astengiyan û qedexeyan gel dibêje em li ku bin em ê di 24'ê Hezîranê de dengê xwe bi kar bînîn. Di nav van şert û mercên OHAL'ê de hilbijartineke demokratîk pêk nayê. Herêma Wanê tev zozan in di nav van qedexeyan de çi armanc dikin. Divê ev OHAL û qedexe bên rakirin. Divê gelê me di 24'ê Hezîranê de van pêkûtiyan, qedexeyan tev li ber çavan bigire û wiha biçe ser sindoqan. Em bawer în ku gelên li Tirkiyeyê ên demokrat jî wê di sindoqan de desthilatdariya heyî bifestisîne. "








