ROJEVA 19'Ê GULANA 2018'AN
- 09:00 19 Gulan 2018
- Rojev
*Li herêma Serhedê qedexe, operasyonên leşkerî berdewam dikin. Di heman demî de jî 24 Hezîranê de gel dê di bin siya OHAL'ê de biçe ser sindoqan. Jinan bertek nîşanî vê yekê dan û bang kirin ku ji bo rojên bê qedexe divê hrkes 24 hezîranê dengê xwe ji aşitî û demokrasîyê re bikar bîne. BI DÎMEN
*Îşkenceya li cenazeyên şervanên YJA-STAR û HPG’iyan tê kirin dîmenên salên borî tîne hişê mriovan û malbat wiha dibêjin: “Ji cenazeyên me jî ditirsin. Nahêlin em kar û barê definkirina cenaze bikin. Dema em li ber xwe didin jî dibêjin ‘di du deqeyan de karê xwe bikin. nimêja cenazê wê neyê kirin’. Nahêlin em şîna xwe jî deynin.” BI DÎMEN
*Meles Tekîn a bi hinceta cezayê wê yê hatiye teqezkirin heye hat girtin û piştre surgunî Elezîzê hat kirin, hat hînbûn ku ji ber pirsgirêkên dijîn doktorê girtîgehê ew sewqî Edeneyê kiriye.
* Nûnerên gelê Çerkez diyar kirin ku wê di hilbijartina 24’ê Hezîranê de piştgiriyê bidin namzetê serokomariyê Selahattîn Demîrtaş û HDP’ê û her wiha bi lêv kirin ku wê piştgiriyê bidin wekheviya gelan. BI DÎMEN
* Pîreboka Kampusê Hatîce Goz diyar kir ku 10 sal beriya niha jin 3-4 kat zêdetir derdiketin kolanê û wiha pê de çû: “Di dema AKP’ê de bilindbûna têkoşîna jinê ne tesaduf e. Jinek çawa ji vê hêzê digire, desthilatdarî jî evqas ji vê ditirse.”
*Dayikên Amedî, tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a girankirî şermezar kirin û gotin ku piştî tecrîda girankirî rewş gelek xirab bûye. Dayikan diyar kirin ku ji bo tecrîd bê rakirin ev hilbijartin girîng e. BI DÎMEN
*Hevseroka HDP’ê ya Enqereyê Nur Aytemur diyar kir ku wan do 12 buroyên hilbijartinê vekirine û wê hemû parqên bajar bikin wek buroyê û bi wesayîta hilbijartinê ya jinan wê li navçeyan bigerin û got:" Deng û gotinên jinan dê mohra xwe li pêvajoyê bixe." BI DÎMEN
*Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan deklerasyona hilbijartinê ya ji 12 xalî pêk dihat nirxand û got: “Em ê bi jinên Kurd û Tirkiyeyê re bibin yek û di vê hilbijartinê de faşîzmê têk bibin. Dê jinê azad bibin. Em ê pergala hevserokomariyê bînin.”








