Li girtîgeha bi hejmar F2 ya Kirklarê greva birçîbûnê bi dawî bû

  • 15:48 18 Gulan 2018
  • Rojane
ÎZMÎR -Li Girtîgeha Kiriklarê ya hejmar F2 girtiyan ji bo ku şert û merêcên li girtîgehê bên şaşkirin û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin  çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku di 31'ê Adarê de dabûn destpêkirin  bi dawî kirin
 
Li Girtîgeha Kiriklarê ya hejmar F2 girtiyan ji bo ku şert û merêcên li girtîgehê bên şaşkirin û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin  çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku di 31'ê Adarê de dabûn destpêkirin  di 14'ê  Gulanê de bi dawî kirin.  Di agahiya ku gitiyan da Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê  wiha gotin: "Greva birçîbûnê ya ku me di 31.03.2018'an de da destpêkirin a bê dem û dorveger em di 14'ê Gulanê de bi dawî dikin. Me çalakiya xwe ji ber nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê ya ku wê pirsgirêkan çareser bike bi dawî kir.  Em ji hemû kesên ku di vê pêvajoyê de em tenê nehiştin re spas dikin. Em hêvîdar in ku bibin şopdarên daxwazên me."
 
Herwiha çalakiya girtiyên nexweş a grevê Ergîn Aktaş, Yusuf Bulut, Ahmedê Xemî ku ji ber pêkanînên dijmirovî yên li girtîgehan dabûn destpêkiri nli Gitîgeha Tîpa R ya Menemena Îzmîrê jî berdewam dike.  Ji girtiyên di grevê de Dîlce Bozan jî berî bi 2 rojan bêyî ku bê dermankriin şandin girtîgeha Xerpêtê.