Gel eleqeyek mezin nîşanî buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya Mehsertê da
- 15:18 18 Gulan 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Gel eleqeyek mezin nîşanî buroya hilbijartinê ya HDP'ê ya Mehsertê da
Rêxistina Bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê bê navber xebatên xwe didomînin. Îro li ser Kolana Cumhuriyetê ya navçeya Mehsertê ya Mêrdînê buroya hilbijartinê ya HDP'ê hat vekirin. Parlamenterê Îdirê yê HDP'ê Mehmet Emin Adiyaman, Rêxistinên navçe û bajêr ên HDP û DBP'ê, Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî vekirina buroya hilbijartinê bûn.
Her wiha jinan jî eleqeyek mezin nîşanî vekirina buroya hilbijartinê ya HDP'ê dan. Hevserokê Bajêr ê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Sincar, Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Mehmet Emin Adiyaman axaftinek kurt kirin. Piştî axaftinan buroya hilbijartinê bi çepik, tilîlî û bi dirûşma "Ji Demirtaş re azadî" hat vekirin.
Wesayetên ku di rê de derbas dibûn jî bi lêxistina qorneyan piştgirî dan vekirina buroya hilbijartinê ya HDP'ê.








