Li Elkê 5 herêm li sivîlan hatin qedexekirin

  • 12:07 18 Gulan 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - 5 qadên Elkê, bi hinceta “Herêmên ewlekariya taybet” li sivîlan hatin qedexekirin.
 
Walîtiya Şirnexê, 5 qadên navçeya  Elkê ya Şirnexê bi hinceta “Herêmên ewlekariya taybet” li sivîlan qedexe kir. Piştî biryarê her 5 qad ji bo 15 rojan li çûyîn û hatina sivîlan hat girtin. 
 
Qadên hatin qedexekirin wihane:  Herêmên Altîngaglari; Girê Belatîn, Rawestgeha Duden, Girê Mavorsîs, herêma rojhilatê bakûr ê dike Girê Mavorsîs û Girê Marîne.