Herêma Botanê ji bo hilbijartinê amade ye: Dê serfirazî ya me be

  • 10:07 18 Gulan 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Guler Tunç a ku di Koordinasyona Bajêr a Hilbijartinê ya HDP'ê de cih digire diyar kir ku Herêma Botanê ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê amade ye û got:"Serfirazî dê ya me be."
 
Jinên Botanê ku pêşengtiya amadekariyên hilbijartina 24'ê Hezîranê ya Şirnexê dikin wê gel li buroya jinê ya ku dê li Cizirê vekin pêşwazî bikin. Guler Tunç a ku di Koordinasyona Bajêr a Hilbijartinê ya HDP'ê de cih digire bang li hemû kesî kir ku xwedî li sindoqan derkevin. 
 
'Herêma Botanê tu carî serî ji dîktatoran re netewandiye'
 
Gulerê anî ziman ku her  civînên derbarê hilbijartinê de ew dikin kelecanek cuda dide wan û got:"Gel eleqeyek mezin nîşanî me didin ev yek jî moralekî mezin dide me. Em soz didin ku em ê li sindoqan xwedî derkevin. Di vê hilbijartinê de dê serfirazî ya me be. Vira Herêma Botanê ye. Herêma Botanê tu carî serî li dijî dîktatoran netewandiye. Loma em ê ji sedî nod û neh deng bigirin. HDP ji bo me hêvî û ronahî ye. HDP'ê her dem têkoşîna xwe domandiye. Em ê bi vîna xwe biçin ser sindoqan. Em ê bersiva xwe li wir bidin."
 
'Divê em sindoqên xwe biparêzin'
 
Gulerê bang li gel kir û got:"Baweriya min a li dijî gelê Herêma Botanê gelek zêde ye. Ez dizanim ku gelê Botanê dê dengê xwe bidin xwe. Lê dîktatorê li dijî me dengan didize. Loma divê em li sindoqên xwe xwedî derkevin."
 
'HDP zextan dixwe lê dîsa jî serî hildide'
 
Hevseroka Şaredariya Dêrgulê û endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Bêrîvan Kutlu jî da zanîn ku HDP zextan dixwe lê dîsa jî serî hildide û got:"Di vê pêvajoyê de zext û zilma li ser jinê gelekî zêde bûye loma divê jin bersiva xwe li ser sindoqan bidin. Tevî hemû astengan em ê xebatên xwe yên jinan bidomînin. "
 
'Em ê li Kuçeya Cudiyê buroya jinan vekin'
 
Bêrîvanê anî ziman ku ew ê li Cizîrê buroya jinê vekin û got:"Em bawer dikin ku hemû jinên Şirnexê wê xwedî li vê buroyê derkevin. Em ê li Kuçeya Cûdiyê ya ku herî zêde bi êrîşan rû bi rû dimîne buroya xwe vekin. Xwedîderketina vê buroyê tê wateya xwedîderketina şehîdên me. Çimkî li vê kuçeyê gelek welatiyên me şehîd ketin. Em ê ji 7 salî heta 70'ê salî hesabê canê hemû welatiyên xwe di hilbijartinê de bipirsin."