Jinên Kobanê: Dema hûn biçin ser sindoqan Sûr, Cizîr û Efrînê ji bîr nekin
- 09:14 18 Gulan 2018
- Rojane
Ruhenda Amed
KOBANÊ- Jinên Kobanê bang li hemû gelên Tirkiyeyê kirin ku di 24’ê Hezîranê de dema diçin ser sindoqan bila Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Efrînê ji bîr nekin.
Jinên Kobanê bang li gelên Tirkiyeyê ku di 24’ê Hezîranê de diçin ser sindoqan kirin. Jinên Kobanê gotin dema diçin ser sindoqan bila Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Efrînê jibîr nekin.
Nûnera TEV-DEM’ê Ayşe Efenî jinên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê silav kir û balkişand ser hilbijartinan. Ayşeyê got Tayyîp Erdogan jibo gelên Tirkiyeyê û demorkasiyê tehdîdek mezine û wiha got: “Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê 7 sale didome. Erdogan hewl da ku DAIŞ’ê zindî bimîne. Ev ji bo gelên Tirkiyeyê û demorkasiya mayînde tehdîde.”
‘Dengên xwe bidin azadiyê’
Ayşe Efendî got her kesê xwedî wijdan yên diçin ser sindoqê divê di serî de Kobanê, Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Efrînê jibîr neke û wiha pê de çû: “Em niha tiştên li Efrînê tên jiyîn dizanin. Erdogan li Efrînê pratîkên DAIŞ’ê nîşan dide. çarşefên reş li jinan dikin. Beyî mêran jin nikarin derkevin derve. Her roj bi dehan înfaz tên jiyîn. Li ber çavê cîhanê DAIŞ tê zindîkirin û kes tiştekî nake. Em her tiştî dizanin. Em bang li hemû kesên xwedî wijdan dikin ku di 24’ê hezîranê de dawî li vê tarîtiyê bînin. Denga xwe nedin ERdogan. Denga xwe bidin xwe bidin azadiyê.”
‘Bi hemû dengên biçin ji Erdogan re wê komkujî bên rewakirin'
Ji endamên Kongra Starê Sara Xelîl jî ji bo jinan wiha got: “Dengên xewe bidin îradeya xwe. Dengên xwe nedin Erdogan. Pergala Erdogan li holê ye. Her kes vê rastiyê dibîne. Her dengê ji bo Erdogan bê dayîn wê kuştin û talanê rewa bike. Ger ku Erdogan bi ser keve wê Tirkiye bikeve taritiyê. Em hêvî dikin ku her kes vê rastiyê bibîne û zîhniyeta Erdogan hilweşîne.”
Hedlê Bakî jî bal kişand ser êrîşên li hemberî goristanên li Kurdistanê û wiha pê deçû: “Erdogan birayê DAIŞ’ê ye. Em bang li hemû jinan dikin. Dengên xwe nedin Erdogan. Her kes tiştên ku Erdogan dike dibîne.”
Xanim Hepo ya bi eslê xwe ji Erdîşa Wanê ye û ev 30 sal e li Kobanê dijî bal kişand ser tecrîda lis er Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tecrîd şermezar kir. Xanimê di axaftina xwe de wiha got: “Me Geliyê Zîlan, Dêrsîm ji bîr nekiriye. Me ev li Sûr, Cizîr û Nisêbînê jî dît. Tiştên li Efrînê hatin jiyîn hîna dilê me dişewitîne. Dema mijar dibe kurd komkujî tên kirin û kes dengê xwe dernaxe. Divê her kesê ji xwe re dibeje ez Kurd im van ji bîr neke. Di 24’ê Hezîranê de divê her kes dengê xwe bidin xwe. Divê kurd, tirk, çerkez, asurî, ereb ji komkujiyan re bêjin bes û dethiladariya Erdogan bi serê wî de hilweşînin.”








