Girtî ev sê meh in nikarin derkevin hevdîtina bi parêzeran re
- 09:12 18 Gulan 2018
- Rojane
MÊRDÎN- Girtiyên li girtîgeh aTîpa E ya Mêrdînê ev sê mehin ji ber kamera û qeydên deng di hevdîtinan de tên girtin dernakevin hevdîtinên bi parêzeran re.
Bi pêvajoya dawî re yek ji cihên ku herî zêde zext lê tên jiyîn girtîgeh in û hema hema her roj agahiyên binpêkirina mafan ji van girtîgehan tên. Pêkanînên kêfî, îşkenca lêgerîna tazî û surgun... Hemû girtîgeh bi van pêkanînan tên rojevê û bi KHK’a dawî ya hatiyiye weşandin re hat îdiakirin ku pêkanîna cilên yek reng jî anîne. Yek ji van girtîgehên ku herî zêde zext lê tên jiyîn girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ye û hat gotin ku girtî ev sê mehin dernakevin hevdîtina bi parêzeran re.
Di hevdîtinan de kamera tê danîn û qeyda deng tê girtin
Di mehên dawî de li girtîgeha ku herî zêde surgun lê hatin jiyîn, tenê 15 girtî man. Ji ber kamera û qeyda deng di hevdîtinê de tê danîn girtî di demên dawî de bi parêzeran re hevdîtinê nakin. Di mehên dawî de ev pêkanîna ketiye jiyanê ji aliyê girtiyan ve nehat qebûlkirin û tevî îtîrazan rêveberiya girtîgehê tiştek nekir. Girtiyan bi hevkariya malbatan peyam şand û gotin heta qeyda deng neyê sekinandin wê dernekevin hevdîtina bi parêzeran re.








