'Xebatên li Şehbayê bi rihekî komînal didome'
- 09:04 18 Gulan 2018
- Rojane
Tolîn Muhemed-Lîlav Elî
ŞEHBA - Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Eyşe Xezine da zanîn ku xebatên bi rihê komînal li Efrînê dihat kirin niha li Şehbayê bi heman şêwazê tê meşandin û got:"Xebatên li Şehbayê bi rihekî komînal didome."
Piştî dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî Efrînê kir gel derbasî Şehbayê bû û li wir bi rihekî komînal berxwedana xwe didomînin. Endama Koordînasyona Kongreya Star a herêma Efrînê Eyşe Xezine derbarê jiyana li Şehbayê de wiha got:"Armanca dagirkirina Efrînê ew bû ku vîna gel û jinên Kurd bê şikandin. Lê jin û gelê Kurd li ser esasê fikir û ramanên Rêber Apo li ber xwe dan. Têkoşiyan û ev têkoşîna ji cîhanê re bû mînak."
'Jin bi vînek xurt beşdarî xebatan dibin'
Eyşeyê da zanîn ku jin bi vînek xurt beşdarî xebatên li Kantona Şehbayê dibin û got:"Wekî Rêxistina Kongreya Star çawa ku me bi awayekî rêxistinî li Efrînê kar û xebat dikir niha em li Şehbayê jî heman tiştî dikin. Li Şehbayê ji bo jin perwerdeyê bibînin em qadên nû ava dikin. Her hefte du caran li hemû gundên Kantona Şehbayê Kongreya Star Komînan ava dike û jin bi vînek xurt beşdarî van xebatana dibin. "
'Ji bo gelê me em ê her dem li ser piya bin'
Eşeyê bi lêv kir ku ew ê ji bo gelê xwe her dem li ser piya bin û wiha dewam kir:"Di çarçoveya kampanyaya 'Ji bo jinên Efrînê serî hilde' me civîn li dar xist û di civînan de jinan peyama yekîtî û berdewamiya têkoşînê didan. Hemû jinan ji bo Efrîn ji destên dagirkeran bê rizgarkirin peyama yekîtiyê didan."
'Heta Efrîn rizgar nebe em dev ji têkoşîna xwe bernadin'
Eyşeyê da zanîn ku heta Efrîn rizgar nebe û Abdullah Ocalan ji zindanê dernekeve ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ji bo siberojek azad û aram em ê heta dawî berxwe bidin û Efrînê ji dagirkeran re nehêlin."








