Li girtîgehê îşkenceya zayendî li Pinar Aydinlar hat kirin
- 08:29 18 Gulan 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Pinar Aydinlar ji ber ku li girtîgehê lêgerîna tazî qebûl nekir hat derbkirin.
Pinar Aydinlar ji ber axaftina ku li Îzmîrê kiribû bi îdiaya "Propagandaya terorê kiriye" hat darizandin û piştî ku cezayê wê teqez bû di 15'ê Gulanê de hat girtin. Endama PM'a HDP'ê ya berê, hunermend Pinar Aydinlar piştî ku cezayê wê teqez bû şandin Girtîgeha Jinê ya Bakirkoyê û di destpêka ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li Pinarê hat ferzkirin. Ji ber ku Pinarê li dijî lêgerîna tazî derket hat derbkirin. Li gor nûçeya Cumhûriyetê li ser rûyê Pinarê xêzên biçûk pêk hatine.
Her wiha hat hînbûn ku parêzerê Pinara ku di hucreyê de tenê dimîne, ji bo serbestiya bi denetim serîlêdan kiriye.
Pinarê di 15 Gulanê roja Sêşemê de dema ku ji Almanyayê vegeriya li Balafirgeha Ataturkê ji ber biryara derbarê wê de lêgerîn heye hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin.








