Axîn Întîkam: Komplo di şexsê Abdullah Ocalan de li ser Gelê Kurd pêk hatiye

  • 13:10 15 Sibat 2018
  • Rojane
ŞENGAL - Fermandara YJŞ'ê Axîn Întîkam derbarê komploya navneteweyî de diyar kir ku komplo di şexsê Abdullah Ocalan de li ser Gelê Kurd pêk hatiye û got:"Em ê bi rihê Zîlanan ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin."
 
Derbarê 19'emîn salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de fermandara Yekîtiya Jinên Şengalê Axîn Întîkam komplo şermezar kir û anî ziman ku komplogeran xwestin di şexsê Abdullah Ocalan de îradeya Gelê Kurd bişkînin.
 
'Fikrê Abdullah Ocalan pergala kapîtalîzmê têk dibir'
 
Axînê diyar kir ku komplogeran fikrê Abdullah Ocalan ên pergala kapîtalîzmê têk dibir ji bo xwe xetere dîtin û wiha pê de çû:" Fikrê Abdullah Ocalan pergala kapîtalîzmê têk dibir loma kesên ku komploya navneteweyî pêk anîn xwestin wî têk bibin. Serok Apo paradîgmayek nû ji bo Rojhilata Navîn û hemû cîhanê ava kiribû. Di nava vê paradîgmayê de, ji bo azadiya jinê cihekî taybet hatibû veqetandin. Loma ev yek tehemul nekirin û ew girtin. Yên ku Serok dîl girtin jin jî dîl girtin."
 
'Abdullah Ocalan hemû nasnameyên cîhanê diparast'
 
Axînê bal kişand ser paradîgamaya Abdullah Ocalan a ku her nasnameyê cîhanê diparast û axaftina xwe wiha domand:"Paradîgmaya Serok her nasnameyê cîhanê di nava xwe de diparast. Loma yên nedixwestin ev fikira ku demokrasiyê û wekheviyê diparêze, belav bibe, Serok Apo dîl girtin. Ji bo ev sîstema kapîtalîst ku di destpêkê de jinê dawiyê civakê hedef digire têk biçe divê Rêber Apo azad bibe."
 
'Gelê Kurd bêtir bi hêz bûn'
 
Axînê anî ziman ku êrîşên li dijî Abdullah Ocalan û kurdan gelê kurd bi hêztir kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Dema ku Rêber Apo hat girtin gelê kurd û gelê cîhanê lê xwedî derket û li dora wî bû xelekek ji agir. Êrîşên li dijî kurdan kurd bi hêztir kir. Rêber Apo fikrên ku her mirov dikare azad bijî ava kir em ê jî wekî Jinên Êzidî ji bo azadiya Serokê xwe têbikoşin."